Tê îddîakirin ku li Lubnanê agirbest hat ragihandin
Karbidestekî payebilind ê Amerîkî ragihand ku îro li Lubnanê di navbera rejîma îşxalker û Hîzbullahê de agirbest pêk hat.
Karbidestekî payebilind ê Amerîkî, ji Reuters re axivî û got ku rejîma îşxalker û Hîzbullah li ser agirbestekê li hev kirine ku îro saet 4:00ê piştî nîvro dest pê kir.
Karbidest got, "Hîzbullah û îsraîl li ser agirbestê li hev kirine," û da zanîn ku danûstandinkarên Amerîkî û Qeterî, bi alîkariya Îranê, peyman amade kirine.
Rayedar wiha lê zêde kir, "Piştî pevçûna agir a îro, em fêm dikin ku îsraîl û Hîzbullah niha agirbestê dişopînin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Desteya Tengava Kendava Farsê (PGSA) ya Îranê ragihand ku êdî destûr tê dayîn ku keştî bêpere ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, berxwedana Hîzbullaha Lubnanê silav kir û tekez kir ku hewldanên rejîma îşxalker ên ji bo çêkirina parçebûnê di navbera cepheyên berxwedanê de bêencam bûn.
Wezareta Parastinê ya Efxenistanê ragihand ku hêzên hewayî yên Efxenistanê li seranserê sînor veşartgehên DAIŞê kirin hedef.