Artêşa Efxenistanê li dijî DAIŞê operasyonên hewayî pêk anîn
Wezareta Parastinê ya Efxenistanê ragihand ku hêzên hewayî yên Efxenistanê li seranserê sînor veşartgehên DAIŞê kirin hedef.
Wezareta Parastinê ya Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ragihand ku hêzên hewayî yên Efxenistanê şevê din li ser çend veşartgehên çekdarên DAIŞê li Pakistana cîran êrişên asmanî pêk anîn.
Li gorî daxuyaniyê, cihên armanckirî li wîlayetên Belûçistan û Xayber Paxtûnxwa yên Pakistanê bûn û ji bo plansazkirin û hevrêzkirina êrîşên li dijî Efxenistanê dihatin bikaranîn.
Wezaretê ragihand ku hemî armancên diyarkirî bi serkeftî hatine bidestxistin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê ew ê tu tehdîdên li ser ewlehî û aramiya welat tehemmûl neke," û soz da ku wê hemû rêbazên berdest bikar bîne da ku tehdîdên ewlehiyê li dijî wan rawestîne û ji holê rake. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Desteya Tengava Kendava Farsê (PGSA) ya Îranê ragihand ku êdî destûr tê dayîn ku keştî bêpere ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
Karbidestekî payebilind ê Amerîkî ragihand ku îro li Lubnanê di navbera rejîma îşxalker û Hîzbullahê de agirbest pêk hat.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, berxwedana Hîzbullaha Lubnanê silav kir û tekez kir ku hewldanên rejîma îşxalker ên ji bo çêkirina parçebûnê di navbera cepheyên berxwedanê de bêencam bûn.