PGSA ya Îranê: Derbasbûna belaş a bi rêya Tengava Hurmuzê destûr e
Desteya Tengava Kendava Farsê (PGSA) ya Îranê ragihand ku êdî destûr tê dayîn ku keştî bêpere ji Tengava Hurmuzê derbas bibin.
PGSA li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê derbasbûnên di Tengava Hurmuzê re postek weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî şertên Mutebeqeta Têgihîştinê, ji bo keştiyên ku dixwazin ji Tengava Hurmuzê derbas bibin, destûr tê dayîn ku ji bo heyamek 60 rojan derbas bibin.
PGSA ragihand ku divê keştî daxwazên xwe yên transît herî kêm 48 saetên berî roja çûyîna xwe ya armanckirî radest bikin, û di nav 60 rojan de ji keştîyan ti xerc nayê stendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku lêçûnên ewlehî, xizmetên jîngehê û sîgortaya Îranê ya têkildar ew ê ji hêla hikûmeta Îranê ve werin dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karbidestekî payebilind ê Amerîkî ragihand ku îro li Lubnanê di navbera rejîma îşxalker û Hîzbullahê de agirbest pêk hat.
Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, berxwedana Hîzbullaha Lubnanê silav kir û tekez kir ku hewldanên rejîma îşxalker ên ji bo çêkirina parçebûnê di navbera cepheyên berxwedanê de bêencam bûn.
Wezareta Parastinê ya Efxenistanê ragihand ku hêzên hewayî yên Efxenistanê li seranserê sînor veşartgehên DAIŞê kirin hedef.