Trump dîsa gotinên siyonîstan bikar anî: Ji HAMASê bersiveke tund hat

Donald Trumpê Serokê Emrîkayê gotinên weşana siyonîst ê ku dibêje êsîrên li Xezzeyê ne weke “Mertala Zindî” bikar tîne, dubare kir. HAMAS jî van gotinan weke “derewên diyarin û propagandayên ku xizmetî îşxalkeran dike ye.”
Donald Trumpê Serokê Emrîkayê di axaftina xwe ya ku roja duşembê kir de îddîa kir ew hin raporan dîtiye ku HAMAS êsîrên di desta wan de ye derdixe û “di êrîşên rejîma siyonîstan de weke mertela zindî tên bikaranîn.”
Trump vî tiştî weke “ji bo însanîyetê wehşeteke ku zêde nayê dîtin e” û xwest ku êsîr bên serbest berdan.
HAMAS jî li dijî vê yekê daxuyaniyeke tund da û ragihand, “bi temamî derew e, propagandayên ku xizmetî îşxalkeran dike ye û tê xwestin ku komkujî bê veşartîn.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Rêveberîya Emerîkayê şehîd kirina 65 hezar kesên bêsûx nabîne û dewsa kesê sûcdar qurbanan hedef digire.”
Hereket tekez kir ku Netanyahu, bi piştgiriya Washingtonê, hemû derfetên muzakereyê sabote kiriye û heta vê dawiyê jî hewl daye ku heyeta danûstandinê bike hedef. Di daxuyaniyê de tekez kir ku "Netanyahu bi tevahî berpirsiyarê aqibeta girtiyan e".
Di heman demê de, tê îdiakirin ku Wezîrê Derve yê Emerîkayê Marco Rubio di têkiliyên xwe yên li herêmê de hewl daye rola navbeynkariyê ya Qeterê ji nû ve vejîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber polîtîkayên birçîhiştinê yê rejîma siyonîst a li Xezzeyê zarok dimirin, li Nexweşxaneya Nasirê di hejmara bebik û zarokan de ya ku ji ber kêmxwarinê tên tedawikirin, zêde bûn pêk hatiye.
Li Xezzeyê her diçe bîlançoya êrîşa îşxalkeran girantir dibe. Di encama êrîşan hewayî yên li dijî cihên cuda de 62 Filistînî şehîd bûn. Êrîşan hîn bêhtir li ser cihên jîwar ên navenda bajêr û konên ku gelên sivîl dimînin tên kirin.
Serîyeyên Qudsê li Nablûs û Cenînê erebeyên îşxalê hedef girtin. Lu Qudsê FIlistînîyek şehîd bû, rejîma îşxalker dest danî ser bana Mizgefta Îbrahîmê.