Sîyonîstan êrîşî merasîma cenazeyê kirin: 8 şehîd û 20 birîndar
Rejîma sîyonîst, li ber deriyê mizgeftê li kampa Nuseyrat a li navenda Xezzeyê êrîşî beşdarên merasîma cenazeyê şehîdekî kir, di êrîşê de herî kêm 8 kes hatin kuştin û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînî û şahidên bûyerê, di êrîşa hewayî ya îşxalkeran a li ser şîniyên ku roja Înê piştî nîvro li kampa penaberan a Nuseyratê ya li navenda Xezzeyê kom bûbûn de, herî kêm heşt kes hatin kuştin û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn.
Ajansa Nûçeyan a Safa ragihand ku êrîş di dema merasîma cenazeyê şehîd Tahir Ebdulwahîd de li nêzîkî bazara Balata, li rojavayê kampa Nuseyratê, pêk hat.
Nexweşxaneya El-Ewde ya li Nuseyratê bi daxuyaniyekê got, "Di êrîşa bombebaranê ya hêzên îsraîlê ya li ser komek sivîlên ku li qada bazara Balata ya kampa Nuseyratê ya li navenda Xezzeyê kom bûbûn de, 7 şehîd û 22 birîndar hatin wergirtin."
Ev qetlîam piştî kuştina pênc sivîlên din ji aliyê artêşa îşxalker ve di êrîşên cuda de li seranserê Xezzeyê ji îro sibehê ve tê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker ragihand ku komek îşxalker ji herêma Mecdel Şems a li Bilindahiyên Golanê yên îşxalkirî derbasî axa Sûrîyeyê bûne û yên li nêzî sînor hatine girtin jî vegerandine.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk û dronan êrîşî armancên leşkerî yên Amerîkî li Behrêyn û Kuweytê kirine, wekî tolhildanek li hember êrîşên Amerîkî li ser binesaziya sivîl li Îranê. Kuweytê piştrast kir ku hinek leşkerên wê di êrîşan de birîndar bûne.
Di dema ku êrîşên Emrîkayê yên li ser Îranê ketin roja heftemîn de, Pentagonê ragihand ku di pevçûnên dawî de 13 leşkerên Amerîkî birîndar bûne. Wek tolhildanek li hember êrîşên Emrîkayê yên li ser binesaziyê, Îranê li dijî hedefên leşkerî yên Amerîkî li Qeter, Kuweyt, Behrêyn, Urdun, Erebistana Siûdî û Sûrîyeyê dest bi operasyonan kir.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku du tankerên petrolê yên ku hewl didan ji zeviyeke mînkirî li başûrê Tengava Hurmuzê derbas bibin, teqiyan û agir pê ketin.