Li Tengava Hurmuzê li ser du keştiyên veguhastina petrolê teqînek çêbû
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku du tankerên petrolê yên ku hewl didan ji zeviyeke mînkirî li başûrê Tengava Hurmuzê derbas bibin, teqiyan û agir pê ketin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Tengava Hurmuzê ji ber êrîşên Emrîkayê yên li ser Îranê "ne ewle û bi tevahî girtî" bûye, û heta ku êrîş bi dawî nebin, "hinardekirina gubreya kîmyewî, petrol an gaza xwezayî bi rêya vê tengavê ne mimkûn e".
Muhafizên Şoreşê ji behrvanên li herêmê xwestiye ku ji ber sedemên ewlehiyê ji rêyên mayinkirî dûr bisekinin.
Di daxuyaniya Îranê de, derbarê nasname an alên tankerên ku teqiyan de, an jî di bûyerê de qurbanî an birîndar hene an na, agahî nehat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker ragihand ku komek îşxalker ji herêma Mecdel Şems a li Bilindahiyên Golanê yên îşxalkirî derbasî axa Sûrîyeyê bûne û yên li nêzî sînor hatine girtin jî vegerandine.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk û dronan êrîşî armancên leşkerî yên Amerîkî li Behrêyn û Kuweytê kirine, wekî tolhildanek li hember êrîşên Amerîkî li ser binesaziya sivîl li Îranê. Kuweytê piştrast kir ku hinek leşkerên wê di êrîşan de birîndar bûne.
Di dema ku êrîşên Emrîkayê yên li ser Îranê ketin roja heftemîn de, Pentagonê ragihand ku di pevçûnên dawî de 13 leşkerên Amerîkî birîndar bûne. Wek tolhildanek li hember êrîşên Emrîkayê yên li ser binesaziyê, Îranê li dijî hedefên leşkerî yên Amerîkî li Qeter, Kuweyt, Behrêyn, Urdun, Erebistana Siûdî û Sûrîyeyê dest bi operasyonan kir.