Siyonîstan li Şerîeya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye 30 kesan êsîr girtin

Di êrîşên sîyonîstên li ser herêmên cuda yên Şerîeya Rojava ya îşxalkirî de herî kêm 30 Filistînî hatin êsîrgirtin.
Li daxûyaniya hevpar a Komeleya Girtiyên Filistînî û Komîteya Girtî û Azadiyan, hat ragihandin ku rejîma sîyonîst ku êrişî gelek bajarên Şerîeya Rojava kiriye, di van demên dawîn de herî kêm 30 Filistînî êsîr girtine ku di nav wan de girtiyên berê jî hene.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di nava kesên ku êsîr hatine girtin de Ehmed Velîd Haşan jî heye ku di çarçoveya peymana pevguhertina êsîran de hatiye berdan.
Di berdewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku tenê di serdegirtin û êrîşên bi hefteyan de li kampên penaberan ên li Cenîn û Tulkarmê hatin kirin de 710 kes êsîr hatin girtin.
Ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat a îşxalkirî êrîşên li dijî Filistîniyan zêde bûne. Rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023an heta niha 937 Filistînî ku 167 ji wan zarok bûn qetil kiriye. Nêzîkî 7 hezar Filistînî birîndar bûn û 15 hezar û 700 kes jî hatin desteserkirin. Tevî ku agirbesta li Xezzeyê ji roja Yekşemî 19ê Rêbendanê dest pê kir, lê rejîma sîyonîst roja Sêşemî 21ê Rêbendanê bi navê “Dîwarê Hesinî” dest bi êrişa ser herêma bakûrê Kenara Rojava ya dagirbûyî kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ebdulmelîk Hûsî, rêberê "Ensarullah" a Yemenê, ragihand ku Emrîka û rejîma îşxalker di warê çareserkirina pirsgirêka leşkerî ya Yemenê de têk çûne, û tekez kir ku pêşanîya wan piştgirîkirina gelê Filistînî li Xezzeyê ye.
Balafireke ambulansê ya biçûk ku şeş kes tê de bûn, dema ku ji navenda Şîlî ber bi bakurê wî welatî ve diçû, ket xwarê, lê nehat ragihandin ku kesek sax filitî ye.
Baskê leşkerî yê HAMASê, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ragihand ku wan doh di operasyonên li Refahê de du yekîneyên artêşa îşxalker hedef girtine û di encamê de 19 leşker mirine û birîndar bûne.
OCHA ragihand ku çeteyên Cihûyan di sê hefteyên dawî de 13 caran êrîşî Filistînîyên li Şerîaya Rojava kirine, çar Filistînî birîndar bûne, du malbat bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin û pênc zarok jî hatine revandin.