Qessam li Refahê du yekîneyên îşxalkeran xist: 19 kuştî û birîndar

Baskê leşkerî yê HAMASê, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ragihand ku wan doh di operasyonên li Refahê de du yekîneyên artêşa îşxalker hedef girtine û di encamê de 19 leşker mirine û birîndar bûne.
Tûgayên Qessam diyar kirin ku di operasyona yekem de, wan yekîneyeke endezyariyê ya ji 12 kesan pêk dihat hedef girt û xaniyek teqand, di encamê de kuştî û birîndar di nav leşkerên îşxalker de çêbûn. Hat ragihandin ku piştî operasyonê helîkopteran birîndarên li herêmê rakirine. Ev operasyon beşek ji rêze operasyonên bi navê "Deriyên Cehennemê" yên ji teref Tûgayên Qessam ve hatine lidarxistin bû.
Operasyona duyemîn 7 leşker hedef girtin. Tûgayên Qessam bi teqemeniyeke bihêz yekîneyeke leşkerî ya îşxalker li nêzî "Mizgefta Omer Bin Ebdulezîz" a li taxa El-Tinûr a Refehê hedef girtin. Hat ragihandin ku di vê operasyonê de hinek cenazeyên leşkerên îşxalker hatine perçekirin.
Artêşa îşxalker di daxuyaniyekê de îro qebûl kir ku di van operasyonan de 2 leşkerên wan mirine û 4 jî birîndar bûne. Di nav birîndaran de du efser û du leşker hene. Herwiha, medyaya îşxalker ragihand ku piştî van êrîşan, leşkerên birîndar bi helîkopteran bo Qudsê hatine veguhastin û hinek leşkerên din ên birîndar ji Xezzeyê bo nexweşxaneyên îşxalkirî hatine veguhastin.
Piştî daxuyaniya HAMASê, daxuyaniyek din a artêşa îşxalker derbarê her du operasyonên ku li Refahê pêk hatin de hûrgiliyên zêdetir dan. Di bûyera yekem de, hate ragihandin ku komek endamên Qessam bi roketek RPG avahiyek ku leşkerên îşxalker lê bûn hedef girtin û di encama hilweşîna avahiyê de leşkerek hat kuştin û du leşker jî birîndar bûn. Di operasyona duyemîn de, "Golanî" û yekîneyeke girêdayî tabûra endezyariyê ya 605emîn bi roketekê hatin hedefgirtin. Di êrîşê de 4 leşker, ku 2 ji wan efser in, canê xwe ji dest dan û 1 jî birîndar bû.
Hate diyarkirin ku her du operasyon di heman rojê de, bi ferqeke nêzîkî sê saetan, li taxa El-Cînîne ya Refahê pêk hatine û niha tabûra "Golanî" li herêmê fealîyet dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ebdulmelîk Hûsî, rêberê "Ensarullah" a Yemenê, ragihand ku Emrîka û rejîma îşxalker di warê çareserkirina pirsgirêka leşkerî ya Yemenê de têk çûne, û tekez kir ku pêşanîya wan piştgirîkirina gelê Filistînî li Xezzeyê ye.
Balafireke ambulansê ya biçûk ku şeş kes tê de bûn, dema ku ji navenda Şîlî ber bi bakurê wî welatî ve diçû, ket xwarê, lê nehat ragihandin ku kesek sax filitî ye.
OCHA ragihand ku çeteyên Cihûyan di sê hefteyên dawî de 13 caran êrîşî Filistînîyên li Şerîaya Rojava kirine, çar Filistînî birîndar bûne, du malbat bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin û pênc zarok jî hatine revandin.