Serokwezîrê Iraqê Zeydî piştî biryara nîqaşbar derbarê Herêma Kurdistanê de danuyanî da
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di hevdîtina bi balyozên welatên endamê Yekîtiya Ewrûpayê re diyar kir ku biryarên Dadgeha Federal a Iraqê berpirsiyariya hikûmeta federal a kontrolkirina sînorên navneteweyî û birêvebirina çavkaniyên petrolê piştrast kirine û got: "Kurd parçeyeke ku nayê veqetandn ê gelê Iraqê ne û em biryardar in ku mafên wan garantî bikin."
Di civînê de têkiliyên Iraq û YEyê, hevkariya aborî û veberhênanê û pêşhatên herêmê hatin gotûbêjkirin. Zeydî bal kişand ser nîqaşên dawî yên bi Herêma Kurdistanê re û wiha axivî: "Kurd beşekî veqetandî yê gelê Iraqê ne û hikûmeta federal, çawa ku mafên hemû welatiyên li hemû parêzgehên Iraqê diparêze, biryardar e ku mafên wan jî garantî bike û pêdiviyên wan ên bingehîn temîn bike."
Zeydî her wiha wiha got: "Biryarên Dadgeha Federal piştrast kirine ku hikûmeta federal li gorî destûrê, bi rêya hêzên ewlehiyê yên federal û artêşa Iraqê, berpirsiyar e ku sînorên navneteweyî yên Iraqê biparêze û dewlemendiya petrolê bi rêya rayedarên federal birêve bibe." Zeydî tekez kir ku armanca wan avakirina dewleteke sivîl a xurt e li ser bingeha serweriya hiqûqê, saziyên bihêz, têkiliyên derve yên hevseng û maf û berpirsiyariyên wekhev.
Berdevkê hikûmeta Iraqê Heyder el-Ebûdî jî ragihand ku tevî nakokiyan, hêzên leşkerî neşandine herêmê û got: "Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî tekez kir ku divê gelê Kurdistanê neyê tehdîdkirin, lê bê parastin. Tu tevgera leşkerî ya ber bi Kurdistanê ve nîne."
Roja Sêşemê Zeydî fermana kontrolkirina hemû deriyên sînorî yên li Herêma Kurdistanê û zeviyên petrolê yên di bin kontrola Herêma Kurdistanê de yên li parêzgehên Diyale, Kerkûk, Nînowa û Selahedînê dabû û hinardekirina petrolê bêyî erêkirina Wezareta Petrolê qedexe kiribû. Berê jî îddîayên qaçaxçîtiya petrolê ya ber bi Tirkîye û Îranê ve derketibûn.
Hewldanên Bexdayê ji aliyê Hewlêrê ve wekî li dijî destûrê hatin nirxandin, lê Hewlêrê ragihand ku di têkoşîna li dijî gendeliyê de ew ê hevkariya xwe bidomîne; roja Pêncşemê jî li Hewlêr û herêmên din ên Kurdistanê û her wiha li deverên kurdnişîn ên Sûrîye û Îranê xwepêşandan hatin lidarxistin. Berê jî Dadgeha Bilind a Federal biryar dabû ku hikûmeta navendî di ewlehiya sînor, deriyên sînorî û birêvebirina zeviyên petrolê de xwedî desthilata tam e û dikare ji bo parastina sînorên derve leşker bi cih bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qezaya trafîkê ya ku li Cezayîrê pêk hat de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Di êrişên rejîma sîyonîst ên ku ber destê sibehê li ser Şerîda Xezzeyê hatin kirin de, Şêwirmendê Wezareta Perwerdehiyê ya Filistînê û yek ji rêveberên HAMASê Dr. Xalid Ebû Neda û pîreka wî jî di nav de 5 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî bal kişand ser wê yekê ku armanca wezîrê şer ê rejîma îşxalker Yisrael Katz a ku îddîa dike Tehran hewl dide çekên kîmyewî hilberîne, afirandina hincetekê ji bo şerekî nû ye.