Eraqçî li hember îddîayên "çekên kîmyewî" yên rejîma îşxalker derbarê Îranê de bertek nîşan da
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî bal kişand ser wê yekê ku armanca wezîrê şer ê rejîma îşxalker Yisrael Katz a ku îddîa dike Tehran hewl dide çekên kîmyewî hilberîne, afirandina hincetekê ji bo şerekî nû ye.
Araqçî di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de destnîşan kir ku rejîma îşxalker beşdarî tu peymanên navneteweyî yên ku çekên atomî, kîmyewî an biyolojîk qedexe dikin nebûye û wiha got: "Ev rejîma ku xwediyê bi sedan serikên atomî ye, êrîşî heft welatên herêmê kir û beşek ji axa sê welatan îşxal kir. Tenê di sala borî de îsraîlê du caran Emrîkayê kaşî şerekî windakirî yê li dijî Îranê kir."
Araqçî di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha axivî:
"Niha heman rejîma şerxwaz, Îranê bi awayekî bêşerm sûcdar dike ku ew endamê Peymana Nehiştina Belavbûna Çekên Atomî (NPT) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ye û bi xwe jî qurbaniya çekên kîmyewî ye ku ji aliyê Elmanyaya Rojava ve ji bo rejîma Seddam hatibûn temînkirin. Ev rejîm îddîa dike ku Îran van çekên qirêj di kargehên dermanan de hildiberîne û vedişêre!
Armanca kirina îddîayeke wiha bêedeb eşkere ye: Xapandina Emrîkayê ji bo ku wî welatî di berjewendiya îsraîlê de bixe nav şerekî din û di heman demê de nexweşên Îranî bixe talûkeyê." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qezaya trafîkê ya ku li Cezayîrê pêk hat de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di hevdîtina bi balyozên welatên endamê Yekîtiya Ewrûpayê re diyar kir ku biryarên Dadgeha Federal a Iraqê berpirsiyariya hikûmeta federal a kontrolkirina sînorên navneteweyî û birêvebirina çavkaniyên petrolê piştrast kirine û got: "Kurd parçeyeke ku nayê veqetandn ê gelê Iraqê ne û em biryardar in ku mafên wan garantî bikin."
Di êrişên rejîma sîyonîst ên ku ber destê sibehê li ser Şerîda Xezzeyê hatin kirin de, Şêwirmendê Wezareta Perwerdehiyê ya Filistînê û yek ji rêveberên HAMASê Dr. Xalid Ebû Neda û pîreka wî jî di nav de 5 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.