Li Cezayîrê du wesayît li hev qelibîn: 12 mirî
Di qezaya trafîkê ya ku li Cezayîrê pêk hat de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Qeza, li wîlayeta Tamanrassetê, li ser rêya bejahî ya neteweyî ya hejmar 1ê qewimî. Li gorî medyaya herêmî, li aliyê şaredariya In Amguelê wesayîteke bazirganî û wesayîteke taybet li hev qelibîn.
Di qezayê de 3 jê li nexweşxaneyê bi tevahî herî kêm 12 kesan canê xwe ji dest dan û 15 birîndar jî ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya herêmê. Berîya vê bi hefteyekê jî li Tamanrassetê di qezayeke trafîkê de 8 kesan canê xwe ji dest dabû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî di hevdîtina bi balyozên welatên endamê Yekîtiya Ewrûpayê re diyar kir ku biryarên Dadgeha Federal a Iraqê berpirsiyariya hikûmeta federal a kontrolkirina sînorên navneteweyî û birêvebirina çavkaniyên petrolê piştrast kirine û got: "Kurd parçeyeke ku nayê veqetandn ê gelê Iraqê ne û em biryardar in ku mafên wan garantî bikin."
Di êrişên rejîma sîyonîst ên ku ber destê sibehê li ser Şerîda Xezzeyê hatin kirin de, Şêwirmendê Wezareta Perwerdehiyê ya Filistînê û yek ji rêveberên HAMASê Dr. Xalid Ebû Neda û pîreka wî jî di nav de 5 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araqçî bal kişand ser wê yekê ku armanca wezîrê şer ê rejîma îşxalker Yisrael Katz a ku îddîa dike Tehran hewl dide çekên kîmyewî hilberîne, afirandina hincetekê ji bo şerekî nû ye.