Serîyyeyên Qudsê: Em li Xezzeyê bi milîsên ku ji îşxalkeran piştgirî digirin re ketin pevçûnan
Serîyyeyên Qudsê ragihandin ku li rojhilatê kampa penaberan a Bureij a li Xezzeyê bi hêzeke milîs a ku ji aliyê artêşa sîyonîst ve tê piştgirîkirin re şer kirine û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Serîyyeyên Qudsê, baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî, di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî şopandina tevgerên wan li rojhilatê kampa El-Bureij li navenda Xezzeyê, ew bi komek milîsên herêmî yên ku bi dagirkeriya siyonîst re hevkariyê dikin re ketine pevçûnek çekdarî.
Raportan diyar kirin ku mucahîdan pêşveçûna koma milîsan ferq kirin û bi wan re şer kirin, di encamê de kuştî û birîndar di nav milîsan de çêbûn.
Hêza "Astengkirinê" ya ewlehiya berxwedanê li Xezzeyê agahî parve kiribû ku komên çekdar di bin agir û piştgiriya hewayî ya artêşa îşxalker de hewl didin ku "Xeta Zer" a li rojhilatê kampa Bureij derbas bikin.
Li gorî raporên ku ji hêla Projeya Daneyên Cih û Bûyerên Şerê Çekdar (ACLED) ve hatine weşandin, komên milîs ên Filistînî yên ku li dijî berxwedanê ne, di demên dawî de li deverên rojhilatê "Xeta Zer" a li Şerîda Xezzeyê, ku di bin kontrola artêşa îşxalker de ne, tevdigerin.
Raport destnîşan dikin ku herî kêm pênc komên çekdar ên milîs li deverên cûda yên Xezzeyê çalak in, êrîş, pevçûn, kuştin û revandina personelên ewlehiyê û kesên ku ew bi hevkariya Hamasê sûcdar dikin hedef digirin.
ACLED her wiha ji Cotmehê ve zêdetirî 40 bûyerên tundûtûjiyê yên bi van komên milîs ve girêdayî belge kiriye, ku tê de nêzîkî 80 kes mirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Iraqî Amir Ebdulcebar Îsmaîl ragihand ku di Şîrketa Giştî ya Rêyên Hesinî yên Iraqê de gendeliyeke mezin hatiye tespîtkirin.
Di rewşa her êrîşeke nû de, hêzên çekdar ên Îranê tehdîd dikin ku ew ê baregehên Amerîkî yên nêzîk û dûr, hetta li Ewrûpayê jî, bikin hedef.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf, di daxuyaniyekê de derbarê Tengava Hurmuzê de peyamek da û îfade kir Tengava Hurmuzê ji rewşa xwe ya berî şer re venagere.