Li Iraqê îddîaya gendelîya 22,5 mîlyar dolarî
Parlamenterê Iraqî Amir Ebdulcebar Îsmaîl ragihand ku di Şîrketa Giştî ya Rêyên Hesinî yên Iraqê de gendeliyeke mezin hatiye tespîtkirin.
Dosyeya ku ji aliyê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal ve hatiye piştrastkirin ji bo dozgeriyê hat şandin û heta niha çar rêveberên giştî ji kar hatine dûrxistin. Derbarê rêveberê giştî yê niha, Wezîrê Veguhastinê û 22 karmendan de jî lêpirsîn hat destpêkirin.
Îddîayên sereke yên bêrêziyê yên di dosyeya ku Îsmaîl bi raya giştî re parve kir de wiha hatin rêzkirin:
Peymana 22,5 mîlyar dolarî
Hat îddîakirin ku di gelek îhaleyan de, di nav de peymana xebitandina hevbeş û peymanên bi şîrketên navend-Îmarat re, xerciyên dubare hatine kirin.
Îxlalkirinên projeyan
Hat diyarkirin ku di Projeya Rêya Geşepêdanê de dîzaynên bêkontrol hene û di xeta Besra-Şelemçeyê de berî ku rê ji mayînan were paqijkirin û bêyî garantî peyman hatiye îmzekirin.
Zirara Giştî
Hat îddîakirin ku ji bo tamîrkirina trênên kevn budceyên ku pê trênên nû tên kirîn hatine veqetandin, destwerdan di fonên teqawidiyê yên karmendan de hatiye kirin, erdên şîrketê hatine belavkirin û zirar gihîştiye qadên dîrokî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serîyyeyên Qudsê ragihandin ku li rojhilatê kampa penaberan a Bureij a li Xezzeyê bi hêzeke milîs a ku ji aliyê artêşa sîyonîst ve tê piştgirîkirin re şer kirine û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Di rewşa her êrîşeke nû de, hêzên çekdar ên Îranê tehdîd dikin ku ew ê baregehên Amerîkî yên nêzîk û dûr, hetta li Ewrûpayê jî, bikin hedef.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf, di daxuyaniyekê de derbarê Tengava Hurmuzê de peyamek da û îfade kir Tengava Hurmuzê ji rewşa xwe ya berî şer re venagere.