Îran peyamek zelal da: Tengava Hurmuzê ji rewşa berî şer re venagere
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf, di daxuyaniyekê de derbarê Tengava Hurmuzê de peyamek da û îfade kir Tengava Hurmuzê ji rewşa xwe ya berî şer re venagere.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalîbaf derbarê Tengava Hurmuzê de daxuyanîyek nû da.
Qalîbaf di daxuyaniya xwe de tekez kir ku Emrîka û rejîma sîyonîst li heman alî ne û ew tu ferqê naxe navbera herduyan.
Qalîbaf diyar kir, "Tengava Hurmuzê ew ê ji rewşa xwe ya berî şer re venegere. Îran û Ummanê li ser awayê rêkxistina derbasbûna ji tengavê li hev kirine. Emrîka kî ye ku ji 12.000 kîlometre dûr ve were û biryar bide ka derbasbûna ji tengavê Hurmuzê ew ê çawa were rêkxistin? Ger Amerîkî bibêjin ku Tengava Hurmuzê tesîrê li wan nake, bila ew tengavê bi tenê bihêlin û biçin. Em di navbera Emrîka û rejîma sîyonîst de ti ferqê nabînin. Dema ku Emrîka û rejîma sîyonîst li heman alî ne, Îran û cepheya berxwedanê li ser yek cepheyekî yekgirtî ne." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamenterê Iraqî Amir Ebdulcebar Îsmaîl ragihand ku di Şîrketa Giştî ya Rêyên Hesinî yên Iraqê de gendeliyeke mezin hatiye tespîtkirin.
Serîyyeyên Qudsê ragihandin ku li rojhilatê kampa penaberan a Bureij a li Xezzeyê bi hêzeke milîs a ku ji aliyê artêşa sîyonîst ve tê piştgirîkirin re şer kirine û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Di rewşa her êrîşeke nû de, hêzên çekdar ên Îranê tehdîd dikin ku ew ê baregehên Amerîkî yên nêzîk û dûr, hetta li Ewrûpayê jî, bikin hedef.