Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Naîm Qasim di merasîma bîranîna Elî Karakî de peyamek da: Heta ku em hebin, rejîma sîyonîst wê nikaribe bigihîje armancên xwe

Sekreterê Giştî yê Tevgera Hizbullahê Şêx Naîm Qasim di axaftina xwe ya salvegera şehadeta yek ji fermandarên xwe yên payebilind Elî Karakî de ragihand ku ew ê li dijî rejîma sîyonîst micadeleya xwe bidomînin.
Şêx Qasim behsa peymana agirbestê ya bi rejîma siyonîst re kir û diyar kir ku Hizbullah hemû şertên peymanê bicîh aniye û hikûmeta Lubnanê artêşa xwe ber bi herêmên başûr ve şandiye. Lêbelê, wî bal kişand ku rejîma siyonîst di heşt mehên borî de 3800 caran agirbest îxlal kiriye û êrîşên xwe berdewam kiriye.
Qasim got, "Emrîkayî dixwazin berxwedanê bêtesîr bikin heta ku rejîma sîyonîst aram bikin," û diyar kir ku Emrîkayê vê dawiyê peymanek nû pêşkêş kiriye, lê îxlalkirinên berê paşguh kiriye.
Rêberê Hizbullahê her wiha behsa zextên ku ji teref Emrîka û rejîma sîyonîst ve li ser Îranê têne kirin kir û îddîa kir ku Tehran di şerê 12 rojî yê ku vê dawiyê li ser Îranê hatiye ferzkirin de bi ser ketiye. Qasim destnîşan kir ku rejîma sîyonîst bi hinceta bernameya xwe ya nukleerî êrîşan kiriye, lê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî piştrast kiriye ku bername aştiyane ye.
"Heta ku berxwedan berdewam bike, rejîma siyonîst wê bi ser nekeve"
Sekreterê Giştî di dawiya axaftina xwe de li ser geşedanên sîyasî yên li Lubnanê jî rawestiya û diyar kir ku hemû beşên civakê yên ku piştgiriyê didin berxwedanê, di nav de Hizbullah û Tevgera Emel jî, di bin tehdîdê de ne û gotina xwe ya "Heta ku berxwedan berdewam bike, rejîma sîyonîst wê bi ser nekeve " dubare kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê bang li cîhanê kir ku bi meşên mezin û zextên sîyasî bertekek li dijî polîtîkayên qirkirin û birçîkirina rejîma sîyonîst ên li Xezzeyê nîşan bidin.
Hanzala, keştiya nû ya Flotîla Azadiyê, ku dê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezzeya ku di bin dorpêça rejîma sîyonîst de ye, bi rê bikeve, piştî temamkirina amadekariyên xwe yên dawîn, dê di 20ê Tîrmehê de ji Bendera Galîpoliyê derkeve.
Li bajaroka Yabuda Cenînê Amr Kabhaya 13 salî di gulereşandina îşxalkeran de şehîd bû. Midexeleya ambûlansê hat astengkirin, bav Kabha jî ji teref leşkeran ve hat derbkirin û êsîrgirtin.