Seferên ji Sûrîyeyê ber bi Îmaratê ve dest pê dikin

Seferên ji Sûrîyeyê ber bi Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî ve piştî 13 salan dîsa dest pê kirin.
Piştî 13 salan yekem sefera ji Şama paytexta Sûriyeyê ber bi Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) dest pê kir.
Balafir ji Balafirgeha Navneteweyî ya Şamê derket û li Dubaîyê danî.
Piştî serdana Serokomarê Sûrîyeyê Ehmed Şera ya di 13ê Nîsanê de bo Îmaratê, biryar hat dayîn ku seferên asmanî yên di navbera her du welatan de ji nû ve dest pê bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ebdulmelîk Hûsî, rêberê "Ensarullah" a Yemenê, ragihand ku Emrîka û rejîma îşxalker di warê çareserkirina pirsgirêka leşkerî ya Yemenê de têk çûne, û tekez kir ku pêşanîya wan piştgirîkirina gelê Filistînî li Xezzeyê ye.
Balafireke ambulansê ya biçûk ku şeş kes tê de bûn, dema ku ji navenda Şîlî ber bi bakurê wî welatî ve diçû, ket xwarê, lê nehat ragihandin ku kesek sax filitî ye.
Baskê leşkerî yê HAMASê, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ragihand ku wan doh di operasyonên li Refahê de du yekîneyên artêşa îşxalker hedef girtine û di encamê de 19 leşker mirine û birîndar bûne.
OCHA ragihand ku çeteyên Cihûyan di sê hefteyên dawî de 13 caran êrîşî Filistînîyên li Şerîaya Rojava kirine, çar Filistînî birîndar bûne, du malbat bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin û pênc zarok jî hatine revandin.