Sîyonîstan li Xezzeyê malbatekî tune kirin: 7 şehîd

Di êrîşeke ku li bakurê Xezzeyê û Xan Yûnisê hat lidarxistin de malbatekî bi temamî tune bû, 7 kes şehîd bûn.
Artêşa îşxalkeran vê sibehê li dijî çend cîhên Xezzeyê êrîşên asîmanî li dar xist, di encamê de zarok jî di nav de 7 kes şehîd bûn.
Derdorê Camîya Omer a ku li herêma Şantîya Kampa Penaberên Şatîyê ye bi fuzeyan hedef girt. Di encamê de Arafat Dîb, pîreka wî û sê zarokên wî di konê de şehîd bûn.
Taxa Safîya li herêma Sikkeya Xan Yûnisê bûn hedefên êrîşên asîmanî. Li vê derê jî sîvîlekî şehîd bû, bi dehan mirov jî birîndar bûn.
Di êrîşeke dinê yê ku li Beyt Lahîyayê hat lidarxistin de jî cenazeya Filistînîyekî ji bin kavilan hat derxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajarê Bengaluru yê Hindistanê, di encama qerebalixiyekê de li derveyî stadyûmeke krîketê 11 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.
Li Hîndistanê mînîbûsek li ser qamyonekî qelibî, di encama qezayê de 9 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên rejima sîyonîst, êrîşên asîmanî yên ku başûrê Sûrîyeyê hedef digre li dar xist. Van êrîşan jî piştî du roketên ku ji Girên Golanê re hatin avêtin pêk hat. Êrîşa ku ji Girên Golanê re hatin kirin jî ji teref komeke ku xwe bi navê “Tûgayên Şehîd Muhammed ed-Deyf” binav dike ve hatîye lidarxistin.
Hêzên Çekdar ê Yemenê, ji bo bersivdayîna ji qirkirina li Xezzeyê ji Balafirgeha Lod (Ben Gurion)a ku li axên îşxalkirîye operasyona fuzeyê avêt.