Sîvîlên li Xezzeyê ji ber teqemenîyên ku neteqînaye di bin telûkeyeke mezin de ne

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Xezzeyê sivîl û xebatkarên alîkariyê yên ku hewl didin vegerin malên xwe, ji ber teqemeniyên neteqiyayî di talûkeyeke mezin de ne.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ferhan Heq, got ku rayedarên Xizmeta Çalakiya Mayînan a Neteweyên Yekbûyî (UNMAS) li ser tehdîdên cîddî yên ji ber teqemeniyên neteqiyayî li Xezzeyê hişyarî dane û got, "Ji ber ku bi sed hezaran mirovên bêwar û xebatkarên mirovî piştî agirbestê di nav deverên tesîrdar re derbas dibin, talûkeya rastî van bermahiyên kujer ên şer zêde ye."
Heq got ku UNMAS û hevkarên wê ji bo kêmkirina metirsiya teqemeniyên teqîner li Xezzeyê dixebitin da ku çarçoveya alîkariya mirovî berfireh bikin, û ku UNMAS ji Cotmeha 2023an vir ve zêdetirî 550 teqemeniyên teqîner li deverên di bin destê xwe de tespît kiriye.
"Lêbelê, rêjeya tevahî ya qirêjbûna (cebilxaneyên neteqiyayî) li Xezzeyê hêna jî nayê zanîn" Heq got, û destnîşan kir ku UNMAS û hevkarên wê li Xezzeyê, bi taybetî ji bo zarokan, belavkerên alîkariya mirovî û karkerên ku di nav kavilan de dixebitin, perwerdehiyê li ser vê mijarê didin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Swat a Pakistanê, ji ber ketina qamyonekê ji zinaran ket, 15 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro li ser destûrdayîna Serokê Emrîkayê Donald Trump ji bo CIAyê ku li Venezuelayê bixebite bi beheneya "têkoşîna li dijî maddeyên hişber" bertek nîşan da û got, "Ji guhertinên rejîmê û darbeyên ji hêla CIAyê ve tên piştgirîkirin re na!"
HAMASê diyar kir ku wan hemû êsîrên zindî û cenaze yên ku wan dîtine teslîm kirine, lê ji bo cenazeyên mayî jî amûrên taybet hewce dikin.