Rejîma sîyonîst: Li Xezzeyê 90 leşkerên me mirin

Rejîma sîyonîst a îşxalker, daxuyand ku li Xezzeyê di encama êrîşa wan ê bejahî de hejmarê leşkerên wan ên ku mirine derket 90 kesan.
Artêşa îşxalkeran daxuyand di encama pevçûna ku bi Tûgayên Qessam re lidarxistîne de 6 leşkerên wan ên dinê jî hatine kuştin.
Di daxuyanîya îşxalkeran de derheqê hejmarê birîndaran de agahî nehat dayîn.
Hat diyarkirin ku heta niha di encma pevçûnan de 90 leşkerên sîyonîstan hatine kuştin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 760an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 264 kesan.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakur-rojhilatê Nîjeryayê zêdetirî 600 hezar zarok di bin talûkeya birçîbûnîyê de ne.
Wekîlê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve Îshak Dar ragihand ku piştî êrîşa Hindistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan şevê bi wî re telefon kiriye û hevxemiya xwe ya ji bo Pakistanê anî ziman.
Ji ber bombebarana firokeyên şer ên rejîma sîyonîst li xwaringehek û bazarek li navçeya El-Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê, herî kêm 32 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.