Rejima sîyonîst zarokekî 17 salî di girtîgehê de bi îşkenceyan şehîd kir

Zarokeke Filistînî yê ku di zindanên îşxalkeran de bû bi îşkenceyan hat şehîdkirin. Velid Halid Ahmedê 17 salî di Girtîgeha Megîddoyê de di bin esaretê de bû.
Sazîya Karên Sîvîl ê Giştî yê Filistînê, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku piştî şehadeta Ahmed tu agahîyek bidestnexistine. Ahmed di 30ê Îlona 2024an de hatibû êsîrgirtin.
Ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve Filistînîyên ku di zindanan de bi îşkenceyan hatine şehîdkirin gihaştîye 63 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 760an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 264 kesan.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakur-rojhilatê Nîjeryayê zêdetirî 600 hezar zarok di bin talûkeya birçîbûnîyê de ne.
Wekîlê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve Îshak Dar ragihand ku piştî êrîşa Hindistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan şevê bi wî re telefon kiriye û hevxemiya xwe ya ji bo Pakistanê anî ziman.
Ji ber bombebarana firokeyên şer ên rejîma sîyonîst li xwaringehek û bazarek li navçeya El-Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê, herî kêm 32 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.