Rejima sîyonîst li Xezzeyê du malan hedef girt: 9 şehîd, gelek birîndar hene

Rejima îşxaker di seatên serê sibehê de li dijî Xezzeyê êrîşeke asîmanî li dar xist, di wê êrîşê de piranîya wan zarok û pîrek 9 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên herêmê hatine bidestxistin, balafirên aîdê rejima îşxalker li Taxa Şêx Ridwanê du xanîyan hedef girt. Di êrîşê de du kes şehîd bûn, hinek sîvîl jî birîndar bûn.
Di êrîşa ku li dijî Kampa Bureycayê hat lidarxistin de jî mala Xelîl Ebû Zeyne hat hedefgirtin û 7 kes şehîd bûn.
Hat ragihandin ku rejima îşxalker li rojavaya Beyt Lahîyayê jî erdên çandinîyê hedef girtin, li rojhilata Xezzeyê jî taxên Zeytûn û Tirkmenan bi ÎHAyên ji tîpa "quadcopter"ê hedef girtin.
Ji rojhilata Kampa Penaberan a Bureycê û bakurê Kampa Nuseyratê re jî bi topan êrîş hat lidarxistin.
Li Taxa Şêx Nasira Xan Yûnisê jî xanîyekî avahîyê duçarê êrîşa helîkopterê hat; di êrîşê de bi tevî pîrekek û pitikek sê kes birîndar bûn. Li heman herêmê, li Taxa Lûhadayê li dijî malekî jî êrîş hat lidarxistin û di wê êrîşê de jî dayîkek û du zarokên wê birîndar bûn.
Balafirên herbê yên îşxalkeran, malekî li Taxa Menaraya ku li başûrê Xan Yûnisê ye hedef girtin.
Li bakurê Refahê, li herêma Musbahê jî gelek avahî ji teref îşxalkeran ve hatin hedefgirtin, di encamê de xanî hatin wêrankirin. Binesazîya bajaran jî hatin tehrîpkirin û êrîşên jicîhkirina sîvîlan jî didome.
Çavkanîyên tenduristîya li Xezzeyê, diyar kir ku di nav 24 seatên dawîn de hejmarê şehîdan gihaşt 38 kesan, ji wan 9 kes jî vê sibehê şehîd bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Cîhada Îslamî li Filistînê êrîşa îşxalkerên sîyonîst ên li ser "Keştiya Azadiyê", ku ji bo şikandina dorpêça Xezzeyê ber bi şikandina rê ve çû, bi balafirên bêmirov wekî heqareteke eşkere ya li rûmeta mirovan û delîleke nû ya bikaranîna birçîbûnê wekî çekek di şerê qirkirinê yê li dijî gelê Xezzeyê de bi nav kir.
Tevgera Hamasê êrîşa ku ji teref îşxalkerên sîyonîst ve bi dronan li ser Keştiya Azadiyê, ku ji bo gihandina alîkariya mirovî bo Xezzeyê di avên navneteweyî de bi rê ket, doh êvarê pêk anî, wekî terorîzma dewletê ya rêxistinkirî û korsaniya li deryayên vekirî bi nav kir.
Li peravên Şîlî û Arjantînê di mezinahîya 7,4an de erdhejek pêk hat.
Ebdulmelîk el-Hûsî Serokê Tevgera Ensarullah diyar kir ku Emrîkaya îşxalker di êrîşên xwe yên li ser Yemenê de têk çûye û tekez kir ku vekişîna keştiyên balafiran ên Emrîkayê ji herêmê paşvekişandinek li ber berxwedanê ye.