Rejima sîyonîst nexweşxane bomberdman kir: Herî kêm 5 şehîd

Rejima sîyonîst a îşxalker êrîşê Kompleksa Tip a Nasira ku li bajara Xan Yûnisa başûrê Xezzeyê ye kir, di encama êrîşê de herî kêm 5 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Balafirên aîdê rejima sîyonîst avahîya serwîsa acîl a Kompleksa Tip a Nasirê kirin.
Di êrîşê de pênc kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn û di avahîyê de şewat derket.
Hat destnîşankirin ku di êrîşê de Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Berhûm jî şehîd bûye.
Hat daxuyandin ji ber êrîşê beşa cerrahî ya nexweşxaneyê niha nikare xizmetê bide.
Sêşema borî rejima îşxalker qirkirina xwe ya li dijî Xezzeyê ji nû ve da destpêkirin.
Di encama van êrîşên ku heta şeva pêncşemê berdeam kir de nêzê 600 kes şehîd bûn, ji 1000î zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku ji sedî 70ê mirovên birîndar zarok û pîrek in.
Rejima sîyonîst ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve li Xezzeyê bi sîstematîkî qirkirinê pêk tîne.
Di vê pêvajoyê de piranîya wan zarok û pîrek ji 163 hezarî zêdetir mirov şehîd bûn an jî birîndar bûn, 14 hezarî zêdetir mirov jî winda ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ebdulmelîk Hûsî, rêberê "Ensarullah" a Yemenê, ragihand ku Emrîka û rejîma îşxalker di warê çareserkirina pirsgirêka leşkerî ya Yemenê de têk çûne, û tekez kir ku pêşanîya wan piştgirîkirina gelê Filistînî li Xezzeyê ye.
Balafireke ambulansê ya biçûk ku şeş kes tê de bûn, dema ku ji navenda Şîlî ber bi bakurê wî welatî ve diçû, ket xwarê, lê nehat ragihandin ku kesek sax filitî ye.
Baskê leşkerî yê HAMASê, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ragihand ku wan doh di operasyonên li Refahê de du yekîneyên artêşa îşxalker hedef girtine û di encamê de 19 leşker mirine û birîndar bûne.
OCHA ragihand ku çeteyên Cihûyan di sê hefteyên dawî de 13 caran êrîşî Filistînîyên li Şerîaya Rojava kirine, çar Filistînî birîndar bûne, du malbat bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin û pênc zarok jî hatine revandin.