Rejima sîyonîst li Mescîdî Îbrahîm nehişt ku nimêja serê sibehê bê kirin

Rejima sîyonîst, vê sibehê li Mescîdî Îbrahîm a ku li El Xelîlê ye ji misilmanên ku dixwestin nimêja serê sibehê bikin re astengîyê darxist û nehişt nimêja xwe bikin.
Li gorî daxuyanîyên ku çavkanîyên mehellî diyar kirin, ji cemaeta ku ji bo nimêja serê sibehê dihatin camîyê re bombeyên dengan hatin avêtin û nehat hiştin ku îbadetên xwe bikin.
Cemaet, ji ber êrîşan mecbûr man ku nimêja xwe li derveyê mizgeftê bikin.
Rejima sîyonîst, di demên dawîn de li dijî Mizgefta Îbrahîm îxlalên xwe bi sîstematîkî zêde kirîye.
Di nav van îxlalan de mînak, nehiştina xwendina azanê, astengkirina xebatên xebatkarên camîyê, noqteyên kontrolê yên li derdorê camîyê û barîyerên elektronîkî hene.
Xeyn ji vana li mizgeftê xebat tê kirin ku bila nasnameya Îslamî ya camîyê bê tunekirinû projeya cihûyîbûnê dane destpêkirin.
Weqfên Îslamî, ji bo parastina nasnameya Îslamî ya Mescîda Îbrahîm berxwedana xwe didomîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşên rejîma siyonîst li ser rojnamevanên Filistînî bûne sîstematîk. Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî ragihand ku di meha Nîsanê de 80 sûcên cuda hatine kirin û 3 rojnamevan şehîd bûne.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 53 hezar û 119an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 120 hezar û 214 kesan.
Li wîlayeta Lai Chauya Vîetnamê di înşeata santrala hîdroelektrîkê de ax hezîya, di encamê de herî kêm 5 karker canê xwe ji dest dan.
Li Nîjeryayê ji ber taya Lassayê vê salê hejmarê mirîyan derket 138an.