Rejima sîyonîst êrîşî Sûrîyeyê kir

Balafirên herbê yên rejima sîyonîst, êrîşên asîmanî yên ku başûrê Sûrîyeyê hedef digre li dar xist. Van êrîşan jî piştî du roketên ku ji Girên Golanê re hatin avêtin pêk hat. Êrîşa ku ji Girên Golanê re hatin kirin jî ji teref komeke ku xwe bi navê “Tûgayên Şehîd Muhammed ed-Deyf” binav dike ve hatîye lidarxistin.
Li gorî xebera El Cezîreyê ku ew jî ji çavkanîyên Sûrîyeyê bidestxistine, îşxalkeran herêmên Tel eş-Şaar, Tel el-Mal, Tel el-Muhass û Tûmena 175emîn kirin hedef.
Artêşa îşxalê di daxuyanîya ku da de îfade kir, “Hinek herêmên leşkerî yên aîdê rejima Sûrîyeyê hatine hedefgirtin.” Û êrîşên ku hatine kirin, “ji bersivdayîna êrîşên li dijî îsraîlê” hatine lidarxistin. Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku “Rejima Sûrîyeyê ji hemû gengeşîyan mesul e û heta ku li axên wan çalakîyên dijmin hebin ew ê encamên wî jî bigre ser xwe.”
Şamê bertek nîşan da: Ji serxwebûnîyê me re êrîşeke zelalî ye
Wezareta Karên Derve yê Sûrîyeyê jî di saetên êvarê de daxuyanîyek parve kir û destnîşan kir, “Hêna jî êrîşên ku li dijî îsraîlê hatine kirin nehatine rastkirin.”
Di daxuyanîyê de êrîşên ku gund û bajarokan ji teref rejima îşxalker ve hatine hedefgirtin bi zimaneke tund hat şermezarkirin û hat gotin, “Ev gengeşî, bi zelalî îxlalkirina serxwebûnîya Sûrîyeyê ye û gengeşîya li herêmê jî zêde dike.”
Wezaretê diyar kir ku, “Hinek aktorên herêmê ji bo menfeatên xwe dixwazin ku bêîstîqrarîyê çêbikin.” Sûrîye weka ku berê ji tu kesî re tehdît nebûbû ew ê niha jî nebe.
Tûgayên Muhammed ed-Dayf: Ji qetlîamên li Xezzeyê re bersivdayîn e
Tûgayên Şehîd Muhammed ed-Dayf xwedî li êrîşê derket û daxuyand ku ew Girên Golanê hedef girtine.
Fermandarekî Komê ji El Cezîreyê re daxuyanî da û got, “Ew ê çalakîyên me yên li dijî rejima sîyonîst ên bersivdayîna ji bo qetlîamên li Xezzeyê têne kirin berdewam bikin. Heta ku hedefgirtina mezluman berdewam bike em ê jî bersivên xwe bidomînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 54 hezar û 677an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 125 hezar û 530 kesan.
Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihandin ku wan bi du balafirên bêmirov êrîşek li ser Balafirgeha Lod a li herêma Ceffa ya îşxalkirî pêk anîne û operasyon serkeftî bûye.
Serokê Emrîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, li ser telefonê axivîn.
Nêzê 1,5 milyon hecîyên ku hatine Mekkeyê, berê xwe dan Erefayê. Rayedarên Siûdî, daxuyandin ku li hember germahîya zêde bi 250 hezar personel û ji 400î zêdetir unîteyên sarkirinê tedbîrên xwe girtine.