Rejima qatil êrîşên xwe didomîne: 7 şehîd, bi dehan birîndar

Li Xezzeyê êrîşên rejima îşxalker bênavber berdewam dikin. Di êrîşên dawîn de 7 Filistînî şehîd bûn, bi dehan Filistînî jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên herêmî hatine bidestxistin li herêma Refaha Rojavayê, rasterast gule li ser sîvîlên ku alîkarîyê digirtin hat reşandin. Di vê êrîşê de 3 kes şehîd bûn, 35 kes jî birîndar bûn. Hat îfadekirin ku ji şehîdan yek, Hûsam Besam Vafîyê 36 salî ku di êrîşa li Ceddeya Selaheddîna Xan Yûnisê hatibû lidarxistin de giran birîndar bûbû ye.
Li Xan Yûnisê, di êrîşa topvanên ku li dijî konê penaberan li dar xistin de jî yek jê zarok 4 Filistînî şehîd bûn, bi dehan mirov jî birîndar bûn.
Herêmên rojhilata navenda Xezzeyê dûçarê êrîşê topvanan dibin, rojhilata Xan Yûnisê jî dûçarê êrîşên asîmanî dibe.
Êrîşên ku têne kirin tenê ji sîvîlan re nayên kirin, ji xanî û sazîyên nîşandar û navdar ên Xezzeyê re jî êrîş têne kirin.
Balafirên herbê yên rejima îşxalker li dijî camîya Ensarullaha Dir el-Balahê sê roket avêtin. Xeyn ji vêya gelek xanîyên li bakurrojhilata Xan Yûnisê jî hatin tunekirin. Derdorê Çarrêya Es-Saftawîya Xezzeyê jî bû hedefa topvanan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Hîndistanê mînîbûsek li ser qamyonekî qelibî, di encama qezayê de 9 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên rejima sîyonîst, êrîşên asîmanî yên ku başûrê Sûrîyeyê hedef digre li dar xist. Van êrîşan jî piştî du roketên ku ji Girên Golanê re hatin avêtin pêk hat. Êrîşa ku ji Girên Golanê re hatin kirin jî ji teref komeke ku xwe bi navê “Tûgayên Şehîd Muhammed ed-Deyf” binav dike ve hatîye lidarxistin.
Hêzên Çekdar ê Yemenê, ji bo bersivdayîna ji qirkirina li Xezzeyê ji Balafirgeha Lod (Ben Gurion)a ku li axên îşxalkirîye operasyona fuzeyê avêt.
Çapemenîya îşxalê, diyar kir ku li bajaroka Şûcaîyeya Xezzeyê berxwedan kemînek danî, di encama kemînê de leşkerekî sîyonîst hat kuştin, yên dinê jî birîndar bûn.