Rejîma sîyonîst Nexweşxaneya Nasir û konên penaberan bombebaran kir

Rejîma sîyonîst ku êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne, vê carê li Xan Yûnisê Nexweşxaneya Nasir û konên penaberan ên li bakur hedef girt. Di êrîşan de gelek kes, di nav wan de rojnamevan Hasan Îsleîh jî hebû, şehîd bûn.
Rejîma sîyonîst ku êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne, di saetên serê sibê de Navenda Pizîşkî ya Nasir li Xan Yûnisê hedef girt. Li gorî çavkaniyên herêmî, di encama bombebaranên li qata sêyemîn a nexweşxaneyê de gelek Filistînî şehîd û birîndar bûn.
Rojnamevan Hasan Îsleîh, ku demek dirêj bû hewl dida cîhanê li ser trajediya mirovî ya li Xezzeyê agahdar bike, di êrîşê de şehîd bû. Îsleîh di dema êrîşê de li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Balafirên rejîma sîyonîst her wiha konê sîvîlên aware li herêma El-Umûdiyê ya bakurê Xezzeyê bombebaran kirin. Di êrîşê de 3 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Êrîşeke bi heman rengî konekî din ê penaberan li rojavayê Xan Yûnisê kir hedef. Di êrîşê de 3 Filistînî hatin kuştin û birîndar bûn.
Her wiha, balafirên rejîma îşxalker ambarek li Kampa Penaberan a Şatî ya rojavayê bajarê Xezzeyê bombebaran kirin. Li gorî raporê, êrîş bi giranî li herêmên bakurê Xezzeyê têne kirin.
Her çiqas êrîşên rejîma îşxalker ên li ser sazîyên tenduristiyê, rojnamevan û sîvîlan rastî berteka civaka navneteweyî tên jî, rewşa mirovî ya li Xezzeyê roj bi roj xirabtir dibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên îşxalkeran de li Şerîaya Rojava ya Filistînê ya ku hatiye îşxalkirin du Filistînî birîndar bûn, çeteyên Cihûyan jî li Geliyê El Uyun ê li bakur êrîşî cotkarên Filistînî kirin û berhemên wan wêran kirin.
Zarokê Filistînî Mihemed Huseyîn Akîlan ku di êrîşa rejîma sîyonîst de li bajarê Deyr el-Belah bi giranî birîndar bû, îro danê sibê şehîd bû. Bi şehadeta Mihemedê biçûk, malbat bi hemû endamên xwe hate tunekirin û bi tevahî ji qeydên nifûsê yên Filistînê hate jêbirin.
Serokê lijneya mizakereya HAMASê Xelîl el Hayye, li ser telefonê bi Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de, mizakereyên agirbesta li Xezzeyê û geşedanên sîyasî yên dawîn ên li herêmê hatin bidestxistin.
Li Xezzeyê êrîşên rejima îşxalker bênavber berdewam dikin. Di êrîşên dawîn de 7 Filistînî şehîd bûn, bi dehan Filistînî jî birîndar bûn.