Rûsya û Ukraynayê êrîşî hev kirin
Rûsyayê ragihand ku 46 dronên ku ber bi paytext Moskowê ve diçûn ji teref pergalên parastina hewayî ve hatine îmhakirin. Di heman demê de, Ukraynayê diyar kir ku di êrîşên Rûsyayê de 10 kes mirine, di heman demê de Volodîmîr Zelenskî jî bi armancên Rûsyayê yên li Donbasê henekê xwe pê kir.
Karbidestên berevanîya Rûsyayê ragihandin ku êrîşeke berfireh a dronê ya ku ji teref Ukraynayê ve li dijî Moskowê hatibû destpêkirin, ji teref pergalên parastina asmanî ve hatiye astengkirin.
Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin li ser Telegramê ragihand ku neh pêlên cuda yên dronan ên ku ber bi paytextê ve diçûn hatine paşve xistin û bi tevahî 46 balafirên bêmirov hatine xistin.
Sobyanin diyar kir ku di êrîşan de ti qurbanî an jî ziyana maddî ya girîng çênebûye, û ekîbên awarte li deverên ku perçeyên dronên hatine xistin hatine dîtin dixebitin.
Di heman demê de, rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrîşên Rûsyayê yên li ser Dnipro, Zaporizhzhia û Xarkîvê roja Duşemê de 10 kes hatine kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûne.
Nivîsgeha Waliyê herêma Dniproyê ragihand ku di êrîşa bi mûşekan de 6 kes mirine û 29 kes birîndar bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Xezzeyê di 24 saetên dawî de, ku rejîma sîyonîst agirbestê îxlal dike, 8 Filistînî şehîd bûn û 26 jî birîndar bûn. Bi vî awayî, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara şehîdan gihîşt 73 hezar û 66 kesan.
Derbarê benda ewlehiyê ya peymana çarçoveya Lubnan-rejîma sîyonîst de, ku bi navbeynkariya Emrîkayê hatiye kirin û ji raya giştî veşartî maye, îddîayên nû derketine holê. Li gorî agahiyên di çapemeniya îsraîlê de derketine holê, bendên veşartî azadiya tevgerê ya girîng didin rejîma sîyonîst li Başûrê Lubnanê, di heman demê de bicihkirina artêşa Lubnanê jî bi şert û mercên taybetî ve girêdide.
Rejima îşxalker a sîyonîst, li Xezzeyê digel agirbestê êrîşên xwe yên hovane didomîne, di encama êrîşên li Xan Yunus û Deyr ek-Belahê hat lidarxistin de du jê zarok 8 Filistînî şehîd bûn.