Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 73.066 kesan
Li Xezzeyê di 24 saetên dawî de, ku rejîma sîyonîst agirbestê îxlal dike, 8 Filistînî şehîd bûn û 26 jî birîndar bûn. Bi vî awayî, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara şehîdan gihîşt 73 hezar û 66 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 8 şehîd û 26 birîndar bo nexweşxaneyên li Xezzeyê hatine veguhastin.
Li gorî daneyên wezaretê, piştî agirbesta ku di 11ê Cotmehê de ket meriyetê, hejmara şehîdan ji ber êrîş û îxlalkirinên rejîma sîyonîst gihîştiye 1053 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 3406 kesan. Di heman heyamê de, hejmara cenazeyên ku ji bin xirbeyan hatine derxistin wekî 786 hatiye qeydkirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara Filistîniyên ku di êrîşên li ser Xezzeyê de mirine gihîştiye 73 hezar û 66an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 514an.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar dike ku gelek kes hêna jî di bin kavilan de ne û li deverên ku gihîştina wan dijwar e û hejmara rastîn a miriyan ji hejmarên hatine weşandin zêdetir e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rûsyayê ragihand ku 46 dronên ku ber bi paytext Moskowê ve diçûn ji teref pergalên parastina hewayî ve hatine îmhakirin. Di heman demê de, Ukraynayê diyar kir ku di êrîşên Rûsyayê de 10 kes mirine, di heman demê de Volodîmîr Zelenskî jî bi armancên Rûsyayê yên li Donbasê henekê xwe pê kir.
Derbarê benda ewlehiyê ya peymana çarçoveya Lubnan-rejîma sîyonîst de, ku bi navbeynkariya Emrîkayê hatiye kirin û ji raya giştî veşartî maye, îddîayên nû derketine holê. Li gorî agahiyên di çapemeniya îsraîlê de derketine holê, bendên veşartî azadiya tevgerê ya girîng didin rejîma sîyonîst li Başûrê Lubnanê, di heman demê de bicihkirina artêşa Lubnanê jî bi şert û mercên taybetî ve girêdide.
Rejima îşxalker a sîyonîst, li Xezzeyê digel agirbestê êrîşên xwe yên hovane didomîne, di encama êrîşên li Xan Yunus û Deyr ek-Belahê hat lidarxistin de du jê zarok 8 Filistînî şehîd bûn.