Li Xezzeyê agirbesta derew: 8 Filistînî şehîd bûn
Rejima îşxalker a sîyonîst, li Xezzeyê digel agirbestê êrîşên xwe yên hovane didomîne, di encama êrîşên li Xan Yunus û Deyr ek-Belahê hat lidarxistin de du jê zarok 8 Filistînî şehîd bûn.
Sîyonîstên îşxalker bi hewayê êrîşên deverên cuda yên Xezzeyê kir. Hat îfadekirin ku bi êrîşên hewayî û topan ve herî kêm 8 Filistînî şehîd bûn û bi dehan mirov jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku di êrîşa li dijî Çarrêya Nas a nêzê sehla Xan Yunisê de 2 Filistînî şehîd bûn û sê jê giran 27 kes jî birîndar bûn.
Êrîşek dinê jî li herêma Berekeyê hat lidarxistin, di êrîşê de Malîk Waîl Ebû Şawîşê 8 salî û Alî Fayîz Îsbeytan û Hasan Selman Hasan el-Hanacîreyê şehîd bûn.
Xeyn ji van şehîdan li Xan Yunisê jî Filistînîyekî ji ber êrîşên rejima îşxalker giran birîndar bû.
Çavkanîyên herêmê îfade dikin ku rejima îşxalker agirbestê daîma îxlal dike û êrîşan pêk tîne, ji ber van êrîşên rejima îşxalker jî gelek Filistînî şehîd dikevin û birîndar dibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rûsyayê ragihand ku 46 dronên ku ber bi paytext Moskowê ve diçûn ji teref pergalên parastina hewayî ve hatine îmhakirin. Di heman demê de, Ukraynayê diyar kir ku di êrîşên Rûsyayê de 10 kes mirine, di heman demê de Volodîmîr Zelenskî jî bi armancên Rûsyayê yên li Donbasê henekê xwe pê kir.
Li Xezzeyê di 24 saetên dawî de, ku rejîma sîyonîst agirbestê îxlal dike, 8 Filistînî şehîd bûn û 26 jî birîndar bûn. Bi vî awayî, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara şehîdan gihîşt 73 hezar û 66 kesan.
Derbarê benda ewlehiyê ya peymana çarçoveya Lubnan-rejîma sîyonîst de, ku bi navbeynkariya Emrîkayê hatiye kirin û ji raya giştî veşartî maye, îddîayên nû derketine holê. Li gorî agahiyên di çapemeniya îsraîlê de derketine holê, bendên veşartî azadiya tevgerê ya girîng didin rejîma sîyonîst li Başûrê Lubnanê, di heman demê de bicihkirina artêşa Lubnanê jî bi şert û mercên taybetî ve girêdide.