Carl Skaûyê Arîkarê Dîrektorê Programa Xidayê ya Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo rewşa Xezzeyê ya ku êrîşên li dijî wê berdewamin diyarkir ku, “Em hêjî li ber xelayê diçin.”
Carl Skaûyê Arîkarê Dîrektorê Programa Xidayê ya Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo rewşa Xezzeyê li gor raporan hişyarî da û got ku, “guhartineke giring çênebe, di meha gûlanê de xela çêbibe.”
Skaû got ku gerek arîkarî n 3 rojan carekê gerek her roj arîkarî bê kirin û wisa got, “Belê, zêdebûnek, pêşveçûnek heye lê belê ev jî ne bes e. Gerek hecim, çeşîdên berheman zêdetir bibe û hewceyîya me li hevgirîyê heye.”
Skaû diyarkir ku, operasyona leşkerî ya mihtemel a li Refahê, wê zirareke mezin bide gihandina xidayê.
Skau destnîşan kir ku alîkariyên ku niha ji Xezzeyê re têne şandin "ji têra xwe dûr e û dilopek di deryayê de ye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Parlamentoya Ukraynayê, pêşnîyara qanûna ku dibêje bila mehkûmên di girtîgehê de ne jî ji leşkerîyê re bêne girtin qebûl kir.
Îşxalkerên sîyonîst, ji roja Duşema borî heta niha li Refahê nêzê 100 cîhan re êrîşa asîmanî li dar xist.
Li bajara Tulkerîma Şerîaya Rojavayê çend roj berê di navbera micahîd û îşxalkeran de pevçûn pêk hatin, di encama pevçûnê de leşkerekî îşxalê giran birîndar bû û ew leşker mir.
Li Kenyayê şilîyeke dijwar barîyabû û bûbû sedema lehîyê, di encama lehîyê de jî bi sedan mirov canê xwe ji dest dabûn, ji ber vê yekê li welat şîna netewî hat îlankirin.