Îşxalkerên sîyonîst, ji roja Duşema borî heta niha li Refahê nêzê 100 cîhan re êrîşa asîmanî li dar xist.
Êrîşên rejîma îşxalker ya ku ji roja Duşema borî dabû destpêkirin heta niha berdewam dike.
Hat destnîşankirin ku ji roja duşemê vir ve ji avahîyên herêmê re êrîş têne kirin.
Artêşa îşxalê, Derîyê Sînora Refahê yê li alîyê Fîlîstînê ku alîkarî ji li wê derê diket nav Xezzeyê îşxal kir.
Tankên aîdê rejîma îşxalker, rojekê piştî qebûlkirina peymana agirbestê ya ji teref HAMASê ve ket nav Refahê û êrîşan da destpêkirin û Derîyê Sînora Refahê îşxal kir.
Ji herêmê xeber têne ku di navbera îşxalker û HAMAS û Cîhada Îslamî de pevçûnên giran pêk têne.
HAMASê daxuyand ku micahîdên wan li rojhilata Refahê bi terorîstan re ketine nav pevçûnê.
Cîhada Îslamî jî diyar kir ku micahîdên wan li nêzê balafirgehê bi terorîstan re ketine nav pevçûnê û ew ji wesayîtên îşxalkeran re operasyonan li dar dixin.
Derîyê Sînora Refahê ket destê sîyonîstan û hat girtin. Ji têketina alîkarîyan re û ji derxistina birîndaran re îzîn nayê dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku yek ji helîkopterên konvoya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî qeza kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Balafirên şer û topên rejîma terorê heta ber destê şeveqê êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê domand. Di encama êrîşan de yek jê rojnameger bi dehan Filistînî şehîd bûn.
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.