Li bajara Tulkerîma Şerîaya Rojavayê çend roj berê di navbera micahîd û îşxalkeran de pevçûn pêk hatin, di encama pevçûnê de leşkerekî îşxalê giran birîndar bû û ew leşker mir.
Artêşa îşxalê, daxuyand ku leşkerekî sîyonîst yê ji hêzên taybet yê “Yamam”ê bû mirîye.
Çapemenîya Fîlîstînê, bal kişand ku leşker 4 roj berê li gundê Deyr el-Xusuna Tulkerîmê di encama pevçûna ku bi berxwedêran re ketibû de giran birîndar bûbû û di encama wan birînên xwe de îro mir.
Hêzên îşxalê di êrîşên wê rojê de ji gundê Deyr el-Xusunê re êrîşeke mezin da destpêkirin û mala micahîdan dorpêç kiribû.
Hat destnîşankirin ku di encama pevçûna ku 15 seat berdewam kir de micahîd û fermandarekî Tugayên Qessam ku 3 kes in şehîd bûn.
Qessam, daxuyandibû micahîdên ku şehîd bûne qehremanên operasyonên li “Beyt Lîd” û “Nebî Îlyas”ê hatibûn kirin in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku yek ji helîkopterên konvoya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî qeza kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Balafirên şer û topên rejîma terorê heta ber destê şeveqê êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê domand. Di encama êrîşan de yek jê rojnameger bi dehan Filistînî şehîd bûn.
Xalid Meşalê Berpirsîyarê Karên Derve yê HAMASê got ku, ew ji bo têk birina rejîma îşxalker û ji holê rakirina projeya sîyonîst bi fersendeke dîrokî rûbirû ne.