Misirê ji bo derbasbûna merhaleya duyemîn a li Xezzeyê bang kir

Wezîrê Karê Derve yê Misirê Bedîr Abdulatî, ji bo derbasbûna merhaleya duyemîn a li Xezzeyê bang kir, êrîşên rejima îşxalker ên li dijî başûrê Libnanê jî wek talûkeyek nirxand.
Wezîrê Karê Derve yê Misirê Bedîr Abdulatî, bi Temsîlkarê Bilind ê Ewlehî û Karên Derve yê Yekîtîya Ewrûpayê Kaja Kallas re li Qahîreya peytex hat cem hev.
Abdulatî, di daxuyanîya çapemenîyê de destnîşan kir ku divê bi lez û bez di agirbesta li Xezzeyê de derbasî merhaleya duyemîn bê kirin.
Abdulatî, îfade kir ku rêya tenê ya serbestberdana êsîran vegera ji maseya mizakereyê û girêdaybûna bi peymana agirbestê re ye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 760an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 264 kesan.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li bakur-rojhilatê Nîjeryayê zêdetirî 600 hezar zarok di bin talûkeya birçîbûnîyê de ne.
Wekîlê Serokwezîrê Pakistanê û Wezîrê Derve Îshak Dar ragihand ku piştî êrîşa Hindistanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan şevê bi wî re telefon kiriye û hevxemiya xwe ya ji bo Pakistanê anî ziman.
Ji ber bombebarana firokeyên şer ên rejîma sîyonîst li xwaringehek û bazarek li navçeya El-Rîmal a rojavayê bajarê Xezzeyê, herî kêm 32 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.