Li Xezzeyê îxlalkirinên agirbestê berdewam dikin
Ji ber ku îşxalkerên sîyonîst li Xezzeyê êrîş û îxlalkirinên agirbestê didomînin, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hejmara şehîdên Filistînî gihîştiye 73 hezar û 821 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 897 kesan.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Filistînî de, îşxalkerên sîyonîst di sibeha 18ê Îlonê de li seranserê Xezzeyê topbaran û bombebaranên xwe yên li deverên cuda berdewam kirin.
Li herêma Cules a Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li navenda Xezzeyê, Filistîniyekî bi navê Kerm Mesud el-Mesar di encama gulebarana siyonîstên îşxalker de şehîd bû.
Li gorî agahiyan, gelek Filistînî di gulebaranê de li nêzî Nexweşxaneya Nasir, li rojavayê Xan Yûnisê, birîndar bûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Mîsyona Lêkolîna Rastiyan a Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî li ser Îranê rapora xwe ya 18 rûpelî ya li ser êrîşên Emrîkayê yên li ser Îranê di 28ê Sibatê de temam kir. Raport dibêje ku, berevajî îdiayên Emrîkayê, Dibistana Seretayî ya Shajarah Tayyebeh li Minabê û navenda werzîşê û xanîyên derdorê li Lamerdê bi xeletî nehatine lêdan.
Li seranserê Kubayê ji ber qutbûna ceryanê, ceryan qut bû.
Wezareta Ragihandin a Îraqê, daxuyand ku herêmên qedexe ya sehaya hewayê ya welat ji seferên sîvîl re hatine vekirin.
Li bajara Dêrezor a rojhilata Sûrîyeyê di depoya cebilxaneyê de ji ber sedemeke ku hêj nediyare teqînek çêbû.