Li Xezzeyê di nav 24 seatên dawîn de 50 şehîd: Rejima sîyonîst konan kir hedef

Rejima îşxalker a sîyonîst li dijî Xezzeyê êrîşên asîmanî li dar xist, di nav 24 seatên dawîn de herî kêm 50 kes şehîd bûn. Êrîşên ku hatin bi taybetî li dijî konên ku sîvîlên ji cîhê xwe bûbûn di nav de dijîyan hatin lidarxistin.
Li gorî xebera ku WAFAyê weşand, li herêma El-Mewasîya rojavaya Xan Yûnisê, di êrîşa ku li kampa konan a ku li kêleka Ceddeya Îstablê ye hat lidarxistin de 5 Filistînî şehîd bûn.
Di nav şehîdan de Yusuf Abdulkuddüs El-Medellalê 9 salî û xûşka wî Meysere El-Medellala 8 salî jî hene. Di êrîşan de xeyn ji herdu zarokan Mansur Ebu Muammerê 75 salî, Subhi Carxun û Abdurrahman El-Megarî jî şehîd bûn.
Ev qetlîama ku hat lidarxisitn, li El Mewasîya ku tê gotin herêma ewle ye hat lidarxistin. Li gorî diyarîyên mirovên ku bûyerê dîtin êrîş di dema êvarê de ku sîvîl ji xwe re radiketin hat lidarxistin û gelek kes jî hêna di bin kavilan de ne.
Di heman demê de li bakurê Xezzeyê, Refah û herêma Deyr el-Belahê jî hatin hedefgirtin û gelek bombe ji hewa û topan hatin avêtin. Mûxabîrê El-Meyadînê, diyar kir ku li giştîyê Xezzeyê di nav 24 seatên dawîn de herî kêm 50 kes şehîd bûn.
Ji 7ê Cotmehê vir ve qetlîam berdewam dikin
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan ir ve qetlîam û qirkirina xwe didomîne, di encama van qetlîam û qirkirinan de heta niha 52 hezar û 365 Filistînî şehîd bûn, 117 hezar û 905 Filistînî kî birîndar bûn.
Piranîya şehîdaîn zarok û pîrek in. Hêna jî bi hezaran însan di bin kavilan de ne û ekîban ji ber êrîşan nikarin bighêjin wan.
Bêdengîya civaka navneteweyî jî berdewam dike û rejima sîyonîst ji vêywa wêrektîyê digre û qirkirina xwe bi zelalî didomîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 418an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 91 kesan.
Karwana Hêviyê ji bo vekirina Navenda Diyalîzê ya Hind El Duğma, ku ji ber rejîma dagirker bêkêr bûbû, dest bi xebatên temîrkirinê kir.
Li Fîlîpînanê pênc wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de şeş jê zarok 12 kesan canê xwe ji dest dan, 30 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku agirê daristanan ê ku li herêma çiyayî ya Qudsa îşxalkirî derketiye hêna jî nehatiye kontrolkirin.