Li Xezzeyê 3 rojnamevanên din jî hatin qetilkirin

Di encama êrîşan siyonîstan a li ser Şerîda Xezzeyê de 3 rojnamevanên Filistînî yên din jî şehîd bûn.
Di daxuyaniya ku ji teref Ofîsa Medyaya Hukûmetê ya li Xezzeyê hat kirin de hate gotin ku di êrîşên dawî yên artêşa îşxalker de sê rojnamevanên din jî şehîd bûne, bi vî awayî hejmara rojnamevanên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hatine şehîdkirin gihîştiye 251an.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşên dawî de, Muhammed Kuweyfî ji Ajansa Nûçeyan a Şihabê, Eymen Heniye ku wekî kameraman ji bo Al-Manara Media dixebitî û Îman Zamilyê nûçegihana Tora Nûçeyan a Filistînê, hatine kuştin.
Çavkaniyên sihetê gotin ku rojnamevan Kuweyfî di êrîşekê de li ser konê ku li ser banê mala wî li taxa Nasr a Xezzeyê hatibû danîn, hat kuştin.
Di daxuyaniya xwe de, Ofîsa Medyayê kuştina sîstematîk a rojnamevanan bi tundî şermezar kir û ji Federasyona Navneteweyî ya Rojnamevanan û Rojnamevanên Ereb, û her weha ji hemî rêxistinên rojnamegeriyê xwest ku êrîşên li ser xebatkarên medyayê yên Filistînî şermezar bikin.
Her wiha di daxuyaniyê de îsraîl û rêveberiya Emerîkayê û her wiha welatên wekî Brîtanya, Almanya û Fransa, ji van êrîşan berpirsiyar hatin dîtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di ser şehadeta Umer Muxtar ê bi navê Şêrê Çolê yê ku li dijî îşxalkerîya Îtalyayê li ber xwe da, 94 sal derbas bûn.
Ji ber polîtîkayên birçîhiştinê yê rejîma siyonîst a li Xezzeyê zarok dimirin, li Nexweşxaneya Nasirê di hejmara bebik û zarokan de ya ku ji ber kêmxwarinê tên tedawikirin, zêde bûn pêk hatiye.
Li Xezzeyê her diçe bîlançoya êrîşa îşxalkeran girantir dibe. Di encama êrîşan hewayî yên li dijî cihên cuda de 62 Filistînî şehîd bûn. Êrîşan hîn bêhtir li ser cihên jîwar ên navenda bajêr û konên ku gelên sivîl dimînin tên kirin.