Li Xezzeya ku dinya jê re kor bûye hejmarê şehîdan derket li ser 13 hezarî
Rejîma îşxalker û terorîst ji 7ê Cotmehê vir ve ev bû 45 roj e li Xezzeyê qetlîamên xwe didomîne, di encama qetlîama terorîstan de hejmarê şehîdan derket 13 hezarî.
Di êrîşên ku heta niha hatin kirin de zêdetirî 30 hezar Filistînî birîndar bûn ku ji sedî 75ê van zarok û pîrek in.
Rejîma îşxalker, li ber çavê dinyaya ku xwe li korîtîuê dixe 45 roj e qirqirin û komkujîyê dike, sûca herbê li dar dixe.
Sîyonîstên îşxalker yên ku camî, nexweşxane, dibistan, dêr, xanî, cedde, kolan, bazar û cîhên sîvîlan hedef digre, bombeya fosforê yê ku di navneteweyî de qedexe ye bi kar tîne.
Derbarê mijarê de ji teref Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Xazzeyê ve hat diyarkirin di êrîş û qetlîamên ku tên kirin de 5 hezar û 500 zarok, 3 hezar û 500 kes pîrek bi tevahî zêdetirî 13 hezar kesan şehîd bûn.
Îxbar tên kirin ku 3 hezar û 750 kes hêj di bin enqazan de ne û nehatine derxistin.
Li gorî agahîyên dawî heta niha 95 avahîyên hikûmetê, 255 mekteb û 165 camî hatin hedefgirtin .
Di êrîşên ku hatin kirin de sektora tenduristîyê jî zirareke mezin dît. Hat hînbûn di êrîan de 25 nexweşxane û 52 navendên sihhetê ji ber êrîşan zirar dîtin û nikarin xizmetê bidin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên keştiya li Behra Java ya li beravên Endonezyayê gihîşt 28 kesan, 107 kes jî winda ne.
Serokê Ukraynayê Zelenskî ragihand ku di êrîşa bêmirov a Rûsyayê ya li ser paytextê de 2 kes mirine û 24 kes jî birîndar bûne.
Li wîlayeta KwaZulu-Natal li ser malekê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de 11 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn. Polêsan ji bo girtina şikdarên ku di êrîşê de pêçîyê wan hene lêpirsîn da destpêkirin.
Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed Şara henekê xwe yê ku di hevdîtina wan a li Qesra Spî de li ser Girên Golanê yên îşxalkirî bi Serokê Emrîkayê Donald Trump re kiribû, vegot. Şara got ku dema Trump got ku Golan di bin serweriya rejîma sîyonîst de ye, wî bersiv da û got, "Çima hûn New Jersey nadin îsraîliyan? Golan ne ya we ye, lê New Jersey ya we ye."