Li Xezzeyê ji seatên serê sibehê vir ve 63 kes şehîd bûn

Çavkanîyên tenduristîyê diyar kirin ku di êrîşên cuda yên li dijî Xezzeyê de ji serê sibehê heta niha 63 Filistînî şehîd bûne.
Hat îfadekirin di nav şehîdan de 28 kesên ku li hêvîya alîkarîyê bûn jî hene. Her roj ku diçe hejmarê sîvîlên ku di êrîşên rejima sîyonîst de canê xwe ji dest didin zêdetir dibe.
Sîvîlên ku li bakurê Xezzeyê û çarrêya rojava ya Beyt Lahîyayê kom bûbûn bûn hedefê topan, di encamê de sê kes şehîd bûn.
Di êrîşên cuda de jî li Xezze û Xan Yûnisê 23 kes şehîd bûn, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku li dijî Dibistana Hafiz Mustafayê jî êrîşeke asîmanî hat lidarxistin, di encama êrîşa li dijî sîvîlan de 13 kesan canê xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn û ji Nexweşxaneya Şîfayê re hatin rakirin.
Xeyn ji van êrîşan ji sîvîlên ku li Daîreya Vegera Nablusî li hêvîya alîkarîyê bûn re jî gule hatin reşandin, 6 Filistînî şehîd bûn.
Çadirên li Taxa Muwasîya li nêzê Kampa Barakaya Xan Yûnisê jî bûn hedefê balafirên sîyonîstan, di encamê de sê kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li başûrê Xezzeyê li nêzê Navenda Rehabîlîtasyona Cîbalîyeyê jî komekî sîvîl hatin hedefgirtin, di êrîşê de mirovek şehîd bû, sê kes jî birîndar bûn.
Rejima îşxalker li Xezzeyê hedefgirtin sîvîlan didomîne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 130an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 135 hezar û 173 kesan.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Libnanê Naîm Qasim dereheqê zextên bêçekkirinê ya li Libnanê de axivî û hem ji sîyonîstan re hem jî ji Emrîkayê re meydan xwar. Qasim, “Emê teslîm nebin, dev ji pêximkerîyên xwe bernedin”.
Cihûyîyên sîyonîstên îşxalker, li gundê Arab el-Melîhaya bakurê A’rîhayê bi zorê dest danîn li ser malekî û 60 mêşinan jî dizîn. Di dema êrîşa ku di bin parastina leşkerên îşxalkeran de hat kirin de ji bo gelê gund jî qedexeya derketina derveyê derve anît.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS), şehîdkirina sê berxwedêrên ku bi pevguhertina êsîran a “Ji bo Wefayê Azadî” hatibûn serbesthiştin şermezar kir, bal kişand ku îşxalkeran wê nikaribin dengê berxwedanê qut bikin.