Li Xezzeyê êrîşî wesayîta sîvîlan hat kirin: 2 Filistînî şehîd bûn
Li navende Xezzeyê wesayîteke sîvîl ji teref sîyonîstan ve hat hedefgirtin, di encama hedefgirtina wesayîtê de yek jê pîrek du Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Balafirên herbê yên aîdê rejima îşxalker a hov, li Ceddeya Ahmed Abdulazîz a ku li navenda Xezzeyê ye wesayîtekî sîvîlan hedef girt. Li gorî çavkanîyên herêmî ji heman cîh re herî kêm sê êrîşên asîmanî hatîye lidarxistin.
Di encama êrîşa asîmanî de yek jê pîrek du Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku ji ber tesîra êrîşê di wesayîtên derdorê de jî xesar çêbûn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ukraynayê ji bo kirîna 600 mûşekên parastina hewayî peymanek bi Elmanya re îmze kir.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Naîm Qasim got ku ew her formuleke agirbestê ku rê dide hêzên îşxalker çalakiyên xwe yên leşkerî li Lubnanê bidomînin red dikin. Qasim tekez kir ku agirbesteke rastîn rawestandina hemû êrîşan ji bejahî, hewayî û deryayî hewce dike.
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Sarmer, daxuyand ku ew ji ber krîza sîyasî ya ku di demên dawîn de têne jîyandin, têkçûna hilbijartinê ya ku di meha gulanê de pêk hatibû û ji ber zextên ku zêde têne kirin ji wezîfeya xwe îstîfa kirîye.