Şêx Qasim: Em ê ti agirbesteke ku azadiya tevgerê dide îşxalkeran qebûl nekin
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Naîm Qasim got ku ew her formuleke agirbestê ku rê dide hêzên îşxalker çalakiyên xwe yên leşkerî li Lubnanê bidomînin red dikin. Qasim tekez kir ku agirbesteke rastîn rawestandina hemû êrîşan ji bejahî, hewayî û deryayî hewce dike.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Şêx Naîm Qasim di gotareke televîzyonî de diyar kir ku ew ê ti rêkeftineke agirbestê ku rê bide hêzên îşxalker tevgerên xwe yên li Lubnanê bidomînin qebûl nekin.
Qasim, îfade kir ku hinek hene ku vê meseleyê weha şîrove dikin ku bi hesaba ew ê Hîzbullah fealîyetên xwe yên çekdarî bide sekinandin û rejima sîyonîst jî dikaribe êrîşî her deverên Lubnanê yên ku dixwaze bike, Qasim li ser vêya weha got, “Ev ne agirbest e, berdewamîya êrîşdarîyê ye û em vêya qebûl nakin.”
Naîm Qasim destnîşan kir ku agirbesteke rastîn ev e ku hemî êrîşên ji alîyê bejahî, hewa û deryayî werin dawîkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ukraynayê ji bo kirîna 600 mûşekên parastina hewayî peymanek bi Elmanya re îmze kir.
Li navende Xezzeyê wesayîteke sîvîl ji teref sîyonîstan ve hat hedefgirtin, di encama hedefgirtina wesayîtê de yek jê pîrek du Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Sarmer, daxuyand ku ew ji ber krîza sîyasî ya ku di demên dawîn de têne jîyandin, têkçûna hilbijartinê ya ku di meha gulanê de pêk hatibû û ji ber zextên ku zêde têne kirin ji wezîfeya xwe îstîfa kirîye.