Serokwezîrê Îngilistanê Keir Sarmer îstîfa kir
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Sarmer, daxuyand ku ew ji ber krîza sîyasî ya ku di demên dawîn de têne jîyandin, têkçûna hilbijartinê ya ku di meha gulanê de pêk hatibû û ji ber zextên ku zêde têne kirin ji wezîfeya xwe îstîfa kirîye.
Starmer li ber Downing Street a avahîya Serokwezîrtîyê daxuyanîyeke çapemenîyê li dar xist, di daxuyanîyê de îfade kir ku ew ê heta ku serokek nû were bijartin wê wezîfeya xwe berdewam bike û got, “Ez vê bersivê bi kemalî qebûl dikim. Wê ji serokatîya Partîya Karkeran îstîfa bikim.”
Tê nirxandin navê ku niha li pêş e ji bo serokwezîrtîyê Serokê Şaredarîya Manchester Andy Burnham e. Tê texmînkirin ku ew ê heta meha Îlonê serokê nû were bijartin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ukraynayê ji bo kirîna 600 mûşekên parastina hewayî peymanek bi Elmanya re îmze kir.
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Naîm Qasim got ku ew her formuleke agirbestê ku rê dide hêzên îşxalker çalakiyên xwe yên leşkerî li Lubnanê bidomînin red dikin. Qasim tekez kir ku agirbesteke rastîn rawestandina hemû êrîşan ji bejahî, hewayî û deryayî hewce dike.
Li navende Xezzeyê wesayîteke sîvîl ji teref sîyonîstan ve hat hedefgirtin, di encama hedefgirtina wesayîtê de yek jê pîrek du Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.