Li Taylandê li ser dibistanê êrîşa çekdarî: 8 kes mirin, 30 kes birîndar bûn
Li parêzgeha Nonthaburi ya Taylandê, di êrîşeke çekdarî ya li ser dibistanekê de ku ji aliyê xwendekarekî 14 salî ve hatiye kirin, 8 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.
Di êrîşa çekdarî ya li dibistanekê li parêzgeha Nonthaburi ya Taylandê de 8 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li gorî raporên medyaya welat, êrîş li Dibistana Debsirin Nonthaburi ya li herêma Bang Kruai, li bakurê rojavayê paytext Bangkokê, pêk hat.
Karbidestên polêsan ragihandin ku xwendekarê 14 salî yê ku êrîş pêk aniye piştî bûyerê xwe kuştiye. Lêkolînên li mala êrîşkar eşkere kirin ku dapîr û bapîrê wî jî mirine. Bi vî awayî, hejmara giştî ya miriyên têkildarî bûyerê digihêje 8 kesan.
Karbidestên tenduristiyê ragihandin ku 30 kesên di êrîşê de birîndar bûne li nexweşxaneyan têne dermankirin, ku neh ji wan rewşa wan krîtîk e.
Piştî êrîşê, mamosteyan xwendekar û karmendên dibistanê ji cihên ewle derxistin, di heman demê de hêzên ewlehiyê li dibistanê lêpirsînek berfireh dan destpêkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûrîyeyê daxuyaniya xwe ya berê ya ku digot di bombebarana mînîbuseke rêwiyan a li taxa Ceramana ya Şamê mirin hene de, sererastkirinek kir û ragihand ku di teqînê de ti qurbanî çênebûne.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî got, "Dema ku Misilman bibin yek, em dikarin rasterast bi her dijwarîyek ku ji hêla hêzên derve yên xerab ve tê çêkirin re rû bi rû bimînin."
Hindistanê mûşeka balîstîk a Agni-4 ceriband, ceribandina mûşekê bi serkeftî encam bû.
Tevî tedbîrên tund, xalên kontrolê û qedexeyên ketinê yên ku rejîma sîyonîst li Qudsê ferz kirine, nêzîkî 70 hezar Misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin. Dagirkeran rê li ber bi gihîştina bi hezaran Filistîniyên ji Şerîaya Rojava girtin û gelek ji wan li xalên kontrolê hatin girtin.