Hindistanê mûşekeke balîstîkî ceriband
Hindistanê mûşeka balîstîk a Agni-4 ceriband, ceribandina mûşekê bi serkeftî encam bû.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Parastinê ya Hindistanê, Hindistanê roja Pêncşemê li qadeke ceribandinê ya yekgirtî li wîlayeta Odişayê ya rojhilatê Hindistanê mûşeka balîstîk a navîn-menzîl "Agni-4" bi serkeftî ceriband.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku firîna ku di bin sîwana Fermandariya Hêzên Stratejîk de pêk hat, hemî parametreyên operasyonel û teknîkî bi serkeftî verast kirin.
Agni-4 mûşekeke balîstîk a erd-erd e, menzîla navîn, ku dikare çekên navokî hilgire û di çarçoveya bernameya mûşekên xwecihî ya Hindistanê de hatiye pêşxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê, ku ji teref Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistanê ve hatiye îmzekirin, mekanîzmayeke hevbeş a astengkirinê di navbera her sê welatan de li ser bingeha prensîba "êrîşek li ser yekî êrîşek li ser hemûyan e" ava dike, di heman demê de çapemeniya navneteweyî peyman wekî nîşana ji nû ve şekildana hevsengiyên ewlehiyê li Rojhilata Navîn şîrove kiriye.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûrîyeyê daxuyaniya xwe ya berê ya ku digot di bombebarana mînîbuseke rêwiyan a li taxa Ceramana ya Şamê mirin hene de, sererastkirinek kir û ragihand ku di teqînê de ti qurbanî çênebûne.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî got, "Dema ku Misilman bibin yek, em dikarin rasterast bi her dijwarîyek ku ji hêla hêzên derve yên xerab ve tê çêkirin re rû bi rû bimînin."