Di hûrgilîyên bombebarana li Şamê de sererastkirinek: Mirî tune, 14 birîndar hene
Wezareta Tenduristiyê ya Sûrîyeyê daxuyaniya xwe ya berê ya ku digot di bombebarana mînîbuseke rêwiyan a li taxa Ceramana ya Şamê mirin hene de, sererastkirinek kir û ragihand ku di teqînê de ti qurbanî çênebûne.
Li gorî daneyên fermî yên nûvekirî, di êrîşê de 14 kes birîndar bûn. Tê gotin ku rewşa sê ji birîndaran krîtîk e.
Rayedaran diyar kirin ku teqîna di mînîbusa rêwiyan de ji ber teqemeniyek ku berê di wesayîtê de hatibû danîn, çêbûye. Komeke ku berê nenas bi navê "Minbar Ensar el-Rasul" bû, berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe. Rayedarên Sûrîyeyê hêna jî derbarê bûyerê de ti girtinek eşkere nekirine, lê diyar kirin ku lêpirsîn berdewam dike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê, ku ji teref Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistanê ve hatiye îmzekirin, mekanîzmayeke hevbeş a astengkirinê di navbera her sê welatan de li ser bingeha prensîba "êrîşek li ser yekî êrîşek li ser hemûyan e" ava dike, di heman demê de çapemeniya navneteweyî peyman wekî nîşana ji nû ve şekildana hevsengiyên ewlehiyê li Rojhilata Navîn şîrove kiriye.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî got, "Dema ku Misilman bibin yek, em dikarin rasterast bi her dijwarîyek ku ji hêla hêzên derve yên xerab ve tê çêkirin re rû bi rû bimînin."
Hindistanê mûşeka balîstîk a Agni-4 ceriband, ceribandina mûşekê bi serkeftî encam bû.