Li Tîbetê di mezinahîya 7an de erdhej: Herî kêm 16 mirî, 46 birîndar
Li Herêma Xweser a Tibetê ya Çînê, di erdhejeke bi hêza 7 pileyî de 16 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn. Li herêmê, ku bi sedan xanî wêran bûne an jî zirar dîtine, operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.
Erdhejeke bi pileya 7 li Herêma Xweser a Tibetê ya başûrrojavayê Çînê bû sedema mirinan û ziyaneke mezin. Li navçeya Bachen a bajarê Nakchu, di encama erdhejê de 16 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Çînê Xinhua, ku ji rayedarên herêmî îstifade dike, erdhej roja Pêncşemê 22ê Cotmehê, bi saeta herêmî di saet 10:33ê şevê de çêbûye. Hat ragihandin ku erdhej di kûrahiya 10 kîlometreyan de çêbûye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serîyyeyên Qudsê ji bo çalakîya li El Xelîlê ku tê de du Filistînî şehîd bûn û pênc leşkerên sîyonîst birîndar bûn, piştgiriya xwe nîşan dan û li dijî hêzên îşxalker û milîsên Cihû banga zêdekirina têkoşîna li Şerîaya Rojava kirin.
Hamas îddîayên ku tehdîda dubarekirina operasyona 7ê Cotmehê red dike û bang li navbeynkaran dike ku îxlalkirinên îşxalkeran bi dawî bikin.
Li Derayê di êrîşa rejima îşxalker de sivîlekî seqet canê xwe ji dest da.