Li Şerîaya Rojava zilamekî şehîd bû

Li Kampa Tulkerîma Şerîaya Rojavayê zilamekî ku di encama êrîşa sîyonîstan de giran birîndar bûbû şehîd ket.
Rejîma îşxalker, di 14ê Mijdarê de êrîşî Kampa Tulkerîma Şerîaya Rojavayê kiribû, di encama wê êrîşê de Aved Tayeh Muhammed Anber (47) giran birîndar bûbû.
Anberê ku li Nablusê di nexweşxaneyê de dihat tedawîkirin, lê digel hemû midexeleyan şehîd ket.
Cenazeya şehîd, piştî ku ji nexweşxaneyê hat girtin ji teref endamên berxwedanê ve hat definkirin.
Bi tevî şehadeta Muhammed Anber hejmarê şehîdên li Tulkerîmê derket 45 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ebdulmelîk Hûsî, rêberê "Ensarullah" a Yemenê, ragihand ku Emrîka û rejîma îşxalker di warê çareserkirina pirsgirêka leşkerî ya Yemenê de têk çûne, û tekez kir ku pêşanîya wan piştgirîkirina gelê Filistînî li Xezzeyê ye.
Balafireke ambulansê ya biçûk ku şeş kes tê de bûn, dema ku ji navenda Şîlî ber bi bakurê wî welatî ve diçû, ket xwarê, lê nehat ragihandin ku kesek sax filitî ye.
Baskê leşkerî yê HAMASê, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ragihand ku wan doh di operasyonên li Refahê de du yekîneyên artêşa îşxalker hedef girtine û di encamê de 19 leşker mirine û birîndar bûne.
OCHA ragihand ku çeteyên Cihûyan di sê hefteyên dawî de 13 caran êrîşî Filistînîyên li Şerîaya Rojava kirine, çar Filistînî birîndar bûne, du malbat bi zorê ji cihên xwe hatine derxistin û pênc zarok jî hatine revandin.