Li Sûdanê nakokî zêde dibin: Li herêmê pêleke nû ya koçberiyê
Li wîlayeta Kordofana Bakur a Sûdanê, dijwarbûna pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de bûye sedema pêlek nû ya koçberiyê. Wêneyên satelîtê nîşan didin ku mezintirîn kampa penaberan li bajarê El Ubeîd di nav kêmtirî du hefteyan de bi sedan konên nû berfireh bûye.
Şerê berdewam li wîlayeta Kordofana Bakur a Sûdanê, koçberiya bi darê zorê ya penaberan ber bi bajarê El Ubeîdê ve lez kiriye. Wêneyên satelîtê nîşan didin ku mezintirîn kampa penaberan a li bajêr di du hefteyên dawî de bi awayekî berbiçav mezin bûye, ev yek nîşan dide ku krîzeke mirovî ya kûrtir li herêmê heye.
Analîzek ji aliyê Yekîneya Çavkaniyên Vekirî ya El Cezîreyê ve li ser wêneyên satelîtê yên bi çareseriya bilind ên ji şîrketa Fantor a li Emrîkayê hatiye kirin, eşkere kir ku di navbera 19ê Tîrmehê û 4ê Tebaxê de bi sedan çadirên nû li stargeha komunal a El Ubeîd hatine zêdekirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûrîyeyê daxuyaniya xwe ya berê ya ku digot di bombebarana mînîbuseke rêwiyan a li taxa Ceramana ya Şamê mirin hene de, sererastkirinek kir û ragihand ku di teqînê de ti qurbanî çênebûne.
Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî got, "Dema ku Misilman bibin yek, em dikarin rasterast bi her dijwarîyek ku ji hêla hêzên derve yên xerab ve tê çêkirin re rû bi rû bimînin."
Hindistanê mûşeka balîstîk a Agni-4 ceriband, ceribandina mûşekê bi serkeftî encam bû.
Tevî tedbîrên tund, xalên kontrolê û qedexeyên ketinê yên ku rejîma sîyonîst li Qudsê ferz kirine, nêzîkî 70 hezar Misilman nimêja înê li Mescîda Eqsayê kirin. Dagirkeran rê li ber bi gihîştina bi hezaran Filistîniyên ji Şerîaya Rojava girtin û gelek ji wan li xalên kontrolê hatin girtin.