Li Pakistanê depoya oksîjenê di ambûlansê de teqîya: 10 mirî
Li parêzgeha Sindh a başûrê Pakistanê, ji ber teqîna depoyeke oksîjenê di ambulanseke parqkirî de, herî kêm 10 kes mirin.
Li gorî daxuyaniyên polês û rayedarên nexweşxaneyê yên îro, bûyer derengiya şevê li herêma Tharparkar qewimî.
Serokê Polêsê Herêmê Arîf Ezîz diyar kir ku di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de xebatkarên tenduristiyê, nexweş û xizmên nexweşan hene.
Rayedarên polêsên herêmî Xelîl Abro ragihand ku teqîn dema ku nexweş ji bo nexweşxaneyek din dihatin veguhastin qewimî.
Wêneyên ku li ser medyaya civakî û qenalên televîzyonê hatine weşandin nîşan didin ku wesayîtek di nav agir de şewitiye. Wêneyek din jî kavilên wesayîtekê nîşan dide ku ji ber teqînê reş bûbû û li nêzîkî mirovên li ber avahiyekê rawestiyabûn.
Serokkomarê Pakistanê Asif Elî Zerdarî ji bo mirinan sersaxî xwest û daxwaza lêpirsînek bilez û şeffaf kir da ku sedema teqînê were destnîşankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Weqfa Êtîman alîkariyên êtîm ên meha Cotmehê gihand zarokên êtîm ên li Êtîmxaneya Fesîh Guler Xoce ya li Bangladeşê û yên li herêmê dijîn.
Li herêma Toledo ya Spanyayê, ji ber lihevketina du trênên bilez, şêst û çar kes mirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Ji ber qezayê, seferên trênên bilez ên di navbera Madrîd û Endulusê de hatin sekinandin.
Li gorî Axiosê, ku îşaret bi rayedarên Amerîkî û sîyonîst dike, Emrîka û rejîma îşxalker plan dikin ku eger danûstandinên dîplomatîk bi ser nekevin, piştî hilbijartinên navîn ên Emrîkayê yên di Mijdarê de dest pê bike êrîşê Îranê bikin.