Li Spanyayê hejmarê mirîyan zêde bû: 64 mirî, zêdetirî 100 birîndar
Li herêma Toledo ya Spanyayê, ji ber lihevketina du trênên bilez, şêst û çar kes mirin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn. Ji ber qezayê, seferên trênên bilez ên di navbera Madrîd û Endulusê de hatin sekinandin.
Du trênên bilez li nêzîkî Toledoyê li herêma xweser a Castilla-La Mancha ya Spanyayê li hev ketin. Li gorî agahiyan, di qezayê de 64 kes mirin û zêdetirî 100 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Spanyayê de, qeza li ser xeta trênê ya di navbera wargehên Los Yébenes û Urda de qewimî. Trêna bilez a Renfe ku ji Madrîdê ber bi Seville ve diçû û trênek ji hêla Iryo ve dihat xebitandin, di encamê de vagonên trênê ji rê derketin.
Hat ragihandin ku ji ber lêdanê hinek vagonên trênê ji rê derketin û ketin xwarê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî Axiosê, ku îşaret bi rayedarên Amerîkî û sîyonîst dike, Emrîka û rejîma îşxalker plan dikin ku eger danûstandinên dîplomatîk bi ser nekevin, piştî hilbijartinên navîn ên Emrîkayê yên di Mijdarê de dest pê bike êrîşê Îranê bikin.
Wezareta Parastinê ya Efxenistanê ragihand ku wan di bersiva êrîşên bêmirov ên ku ji hêla Pakistanê ve hatine kirin de çeperên leşkerî kirine hedef.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî ragihand ku ji bo kêmkirina aloziyên herêmî û bi bandor bikaranîna rêyên dîplomatîk, têkiliyên bi navbeynkarên navneteweyî re bênavber ew ê berdewam bikin.