Li Nîjeryayê balafireke leşkerî ket xwarê: 32 mirî
Balafireke leşkerî ya Hêza Hewayî ya Nîjeryayê ji cureya ATR-42 li wîlayeta Ondo ya li başûrê rojavayê Nîjeryayê ket xwarê. Di qezayê de hemû 32 kesên di balafirê de bûn mirin.
Li gorî agahiyan, balafir ji Benin City ber bi Lagosê ve di rê de bû û mîsyonek rûtîn pêk dianî. Piştî ku têkiliya bi kontrolkirina trafîka hewayî re di derdora saet 09:13an de bi dema herêmî qut bû, operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirin.
Perçeyên balafirê li nêzîkî Igbokoda li wîlayeta Ondo, li herêmeke ku baregeheke deryayî lê ye, hatin dîtin. Lêkolînên piştre destnîşan kirin ku hemû 32 kesên di balafirê de mirine.
Serokê Nîjeryayê Bola Tinubu ji bo kesên ku di qezayê de mirin sê roj şîna neteweyî ragihand. Tinubu her wiha ferman da ku lêpirsînek berfireh were kirin da ku sedema qezayê were destnîşankirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Derket holê ku profesorekî qaşo sîyonîst ji Zanîngeha Bar-Ilan plan kiriye ku bi karanîna 72 mîlîtanên çekdar ji bona ku Filistîniyan neçar bike ku ji malên xwe birevin di êrîşên terorîstî yên hevdem de li bajarên cuda 700 Filistîniyan bikuje.
Wezareta Tenduristiyê ya Kenyayê yekem haleta Ebolayê li welat, ku ji Komara Demokratîk a Kongo ye, piştrast kir.
Kargehek li Efxenistanê bataryayên xwecihî yên ku têne hilberandin dişîne bazarên Erebî.